Duh pêncşemê 25 Sibatê 2016 de, rêveberiya ragihandinê ya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê ve li bajarê Kobanê, biryara qedexekirina karê”Tora Medyayî ya Rûdawê” û “Kenala Orient News”da, bi behaneya ku herdû kenal dijitiya “kanton û şoerşa PYDê dikin” li gor daxuyaniya “Rêveberiya Ragihandinê” li bajarê Kobanê.
Sernivîserê malpera Welatî Zara Misto ji malpera mere got:” Ev biryar şaşe,û li dijî azadiya ragihandinê ye, û ev biryar xizmeta xelkê kobanê nake“.
Misto nîşan da ku rola herdû kenalan (Rûdaw û Orient News) gellekî giring bû, çi di şerê Kobanê de û çi di demên din de, û herdem nêzikî êşa xelkên Kobanê bûn.
Misto ji “Rêveberiya Ragihandinê” ya PYDê xwest ku “divê zû ji biryara xwe ya şaş vegerin û rê bidne wan herdû kenalan ku bi serbestî karê xwe bikin.
Jêder: Hevbendî