Çalakvanên Efrînê ragihandin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê û rêjîma Esed û milîsên Îranê ta niha rê nadin xelkên Efrînê yên li kampan li gundewarê Helebê ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku hêzên hevbeş (çekdarên PYDê û rêjîma Esed û milîsên Îranê) li ser rêbendên leşkerî ta niha rê nadin xelkên Efrînê li hindir kampên li Ehres, Til Sosîn, Til Refhet, Til Qerah vegerin ser mal û milkên xwe.
Zeyno diyar kir ku her malbatek 500 hezar L.S bertîl dide çekdarên hêzên hevbeş da ku bidizî ji hindir kampan derkevin û biçin Helebê yan Efrînê.
Her wiha Zeyno bal kişand ku berpirsên rêveberiya PYDê li malan li Ehres, Til Sosîn, Til Refhet, Til Qerah dijîn lê xelkê Egrînê yên belengaz di kampan de dijîn û rewşa wan pir dijwar e û “xelkê Egrînê dixwezin ji kampan derkevin lê çekdarên PYDê û hevalbendên wê (rêjîma Esed û milîsên Îranê) rê nadin”.
Zeyno tekez kir ku xelkên Efrînê û Til Refhet û bajarokên der dorên wê buhayê siyasetên PYDê yên şaş didin û got: Berî xelkê Efrînê koçber bibin bêhtir ji 100 hezar kes ji xelkên li Ehres, Til Sosîn, Til Refhet, Til Qerah koçber bûn û ji malên xwe derketin.
Tê zanîn ku Rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da welatî venegerin ser mal û milkên xwe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî