Ji aliyê torên medya xwecihî, kuştina 52 endam û alîgirên Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser destê milîtanên PYD’ê her ji sala 2011’an ve, û tevlî 311 tawan û kiryarên din yên revandin û binçavkirin û girtin û îşkenceyê hat ragihandin.
Herwiha medya xwecihî bal kişand li ser beşdariya PKK’ê di kiryarên kuştinê de, û lîsteyek bi navên kesayetiyên terorkirî hat belavkirin, û navê têkoşer Meşel Temo di serî de hatiye.
Hêjayê gotinê ye ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî hemû kiryarên PYD’ê, bi taybetî kiryarên binçavkirina alîgir û endamên Encûmenê û daxistina ofîsên wê li bajarê Qamişlo û Amûdê û Dêrikê şermezar kiribûn.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, kiryarên wan milîtanan şermezar kirin, û ew bi “terorîst” bi nav kirin, û xwest ku piştgiriya ji bo wan bête rawestandin, û kiryarên wan bidawî bikin.
Herwiha cext li ser giringiya rawestandina leşkerkirina ciwanan bê cudahî ya bi darê zorê kir.
Ku di demên borî de, xwenîşandanên cuda cuda li navçeyên li jêr destê mîlîtanên PYD de hatin lidarxistin, û kiryarên serkutkirin û zordariyê û leşkeriya bi darê zorê ji aliyê xwenîşanderan hatin şermezarkirin, û tevlî daxwaza bidawîkirina hemahengiya ewlekarî û leşkerî ya di navbera PYD û rejîma Esed de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê