“merseda Dadî Ji Bo Bo Jiyanê Li Dêra Zorê” dawaz ji komîta navdewletî ya Heyva Sor kir, da destêwerdana yekser bike ji bo çareserkirina qeyrana qutbûna ava vexwarinê li Dêra Zorê , ya ku ” jiyana bêhtir ji 120 hezar kesê sivîl dixe metirsiyê”, ew sivîlên ku di bin bandora dorpêçeke bêhnçikên de ne ji aliyê rêjîmê û DAIŞê ve.
Û rêvebirê Mersedê Celal Elhemed got ku ava vexwarinê ji 12 vê heyva gulanê de ji ser taxên Alcora û Alqusûr û Almiwezefîn û Herabiş û deverin din jî ji yên di bin destê rêjîmê de qutkirî ye, ji ber rawestana karê stasyona “tenê” ya ku avê dide bajêr, ji encama nemana sotemeniyên pêwîst ji bikaranîna wê re.
Û Can Egland, serokê girûpa kar ji bo karûbarên mirovahî ya bi ser NY ve, doh Sêşembê, di daxuyaniyên rojnamevanî de, li kêleka Lotkeya Cîhanî ya Karûbarên Mirovî , ya li bajarê Istanbolê li dar ket, da xuyakirin ku Girûpa wî wek saziyek mirovahî” amade ye danûstandinan bi her kesî re li deverên şer û milmilaneyan bike, tevlî Rêxistina DAIŞ ya terrorist jî, ji bo gihandina alîkariyan”.
Û Hemed da xuyakirin ku Stasyona Parzûnkirina Avê ya ku li nêzî gundê Eyaş û 3 stsyonên din li tenişta(Muesker Eltela’ih), ji kar rawestiyane, ji ber ku ew dikeve biwara gulebarana sekmanên DAIŞê, di dema ku stasyona “tek” ya avê ya ku kar dikir, li taxa Alcora ye, û 8 terampeyên avê lê hene, bi kêmî 30% ji karîna xwe kar dike.
Ji hêla xwe ve Egland bal kişand ku “rewşa mirovî li Sûriyê rojbiroj kambaxtir dibe, ji ber nehêlana Rêjîmê ji derbaskirina alîkariyên mirovî re”.
Û nîşan da ku “tê pejirandin eger hin dewletên cîhanê û saziyên NY, hin girûpan wek terrorist bibînin, lê em wek saziyên hawarçûnê divê ku em alîkariya her kesê ku êş û derdeseriyan li deverên şer û milmilaneyan dikşînin bikin”.
Û taxên dorpêçkirî li Dêra Zorê tevî qutbûna elektrîkê û nebûna xizmetguzariyên bingehîn, heybera nan jî pir kêm e, ji encama rawestana karê piraniya nanpêjgehan.
Jêder: Smart+Anadol