Tora Sûrî ya Mafên Mirova di rapora xwe ya îro sêşemê derketî de, anî zima ku ne kêmtir ji 147 kesan, di nav de 10 zarok û 4 jin, bi kotekî di heyva gulana borî de hatine girtin belge kir, û bal kişand ku rêjîma Esed di ber rêjeya nêzîkî 44% ji yên di meha çûyî de hatine binçavkirin de berpisyar e.
Û tora mafnasî di rapora xwe de got ku ji nav 147 kesên girtî , 95 binçavkirinên bi kotekî bûn, û derbarê belavbûna girtiyan di heyva borî de li gorî parêzgehên Sûriyê, di pêşî de parêzgeha Dêra Zorê bû, di dû re Reqa û bajarê Helebê bûn.
Û raporê diyar kir ku 64 ji yên hatine girtin, di nav de 7 zarok û jinek, li ser destê rêjîmê bûn, û 41, di nav de 3 zarok, li ser destê milîsên PYDê bûn, û 9 kes di nav de jinek li ser destl Heyet Tehrîr Elşam bûn, û raporê 33 girtiyên ku di nav de du kesên li ser destê aliyin leşkerî yên din hatine binçavkirin tomar kir.
Û raporê bal kişand ku di bin siya rewşa girtinê ya hovane de û di navendên girtinê de yên ku amade ne ji belavbûna Vîrosa Korona re, metirsî li ser jiyana nîzîkî 130 hezar kesî ta niha ji yên girtî û bikotekî binçav bûne li ba rêjîmê heye, li gorî agahiyên tora Sûrî ew di bin gefê de ne.
Û raporê ji Encûmana Ewlekarî ya Navdewletî daxwaza şopandina cîbicîkirina biryarên ji aliyê wê ve derketine kir, wek biryara 2042 ya di 14nîsana 2012yan de derketî û biryara 2043 ya di 21 nîsana2012yan û biryara di 22 sibata 2014an derketî, daku sînorekî vebir li pêşiya binçavkirina kotekî deynin.
Û raporê daxwaz ji encûmana mafên mirovan kir, ku doza girtî û binçavkiriyên bikotekî li Sûriyê bişopînin, û di tevaya civînên salane de berçav bikin, û hevrêzî û hevkariyê bi saziyên mafên mirovan yên çalak li Sûriyê bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî