Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, raporeke taybet bi tewanên hêzên rijêma Esed û Rûsiya derheqê kadroyên diwara mirovî li Sûriyê dixebitin derxist, bi boneya bûrîna sê salan di ser armanckirina karwanên mrovahî li gundewarê Helebê, û diyar kir ku nêzî 1000 karmendî di wan binpêkirinan de hatin kuştin.
Û torê di rapora xwe de kuştina 979 kadroyên xebatkar di warê mirovahî de li ser destê hêzên rjêmê û Rûsya belge kirin, ji heyva adara 2011 ta 20 kanûna pêşîn ya niha.
Û torê d daxwiyanya xwe de ya dohnî duşembê derketî de got ku hêzên rijêmê 882 karmend, û hêzên Rûsan 97 ji karmendên warê mirovî kuştne.
Û hêzên rêjîmê ji destpêka şoreşê de û ta 20 vê heyva kanûna pêşîn, nekêmtr ji 3847 ji kadroyên warê mirovî girtne, li gor torê belge kiriye.
Û torê 1447 bûyerên li dijî navendên jîndariyê yên warê mirovahî tomar kiriye, 1044 dijminkariyan li ser destê rijêma Esed in, û 403 li ser destê hêzên Rûsiyê ne.
Û torê ji Encumana Ewlekaryê daxwaza nirxandina pileya metirsiya binpêkirina mafên mirovan û parastina karmend û avahyên karta warê mirovahî li Sûriyê kir.
Û ji Netewên Yekbûyî daxwaz kir ku dosya bombebarankirina rijêmê û Rûsiyê ji karwanekî alîkariyên mrovahî re li gundewarê Helebê bişopîne, û dît ku rapora baregeha encumena Netewên Yekbûyî ya şopandna rastiyên taybet bi êrîşê têrê nake, û divê rijêm û Rûsiya bên sizadan.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî