Hêzên rêjîmê û dagîrkerên Rûsî di armanckirina sivîlan de li bakurî Sûriyê berdewam in, û raporin meydanî duh yekşembê, diyar kirin ku hejmara şehîdên sivîl yên ji encama helmeta leşkerî ya hêzên rêjîmê û dagîrkerên Rûsî di heyva Sibata borî de li ser parêzgeha Idlibê bêtir ji 200 kesî bûn.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, di infografekê de di riya rûpela xwe ya li ser mediya civakî belav kirîye, got ku hejmara sivîlên ji ber helmeta leşkerî ya rêjîma Esed û hêzên dagîrker ên rûsî li parîzgeha Idlibê di heyva Sibatê de reviya ne, gihîşt 202 sivîlan, di nav de 57 zarok û 32 jin û 9 ji kadroyên karê mirovahî bûn.
Û rêxistinê eşkere kir ku hêzên rêjîmê û dagîrkerê Rûsî 81 senter û avahiyên jîndariyê di heyva borî de armanc kirin, yên ku li 8 kampan belav bibûn, jê 30 dibistan, 20 nexweşxane û xalên bijîşkî, 7 firin, 2 erebeyên hawarçûnê, xaleke ji xalên Hevrêzkarên bersivdanê û 13 senterên xizmetguzariyê.
Û Hevrêzkarên bersivdanê di infografeke din taybet bi pirosesên derbideriyê de anî ziman ku, hejmara derbideran di heyva borî de gihîşt 87463 malbatî ango 498543 kesî, jê 124636 jin,269213 zarok, 104694 mêr bûn, û got ku hejmara tevaya derbideran ji heyva çiriya Paşîn 2019 ta yekê vê heyvê gihîşt 180619 malbatî, ango 1029533 kesî.
Û Hevrêzkarên bersivdanê berî çend rojan bang li rêxistin û desteyên mirovahî kiribû ji bo kar û tevgerê bi armanca dabînkirina bersivdanên mirovahî û zêdkirina çalakkirina pirosesan li deverê, piştî derbiderbûna bi hezaran kes ji derverên gundewarê Idlib û Hemaya rojava û Cisir Elşixor berve deverên aram.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî