Hejmara kesên ji malên xwe derbider û koçber bûne, ji encama dijminkariya rejêma Esed û sponserê wê dijî deverên azad li Idlib û gundewarê wê, di dema navbera 16-26 kanûna paşîn de, nêzî 100 hezarî ye.
Û saziya “Hevrêzkarên Bersivdanê” li Sûriyê aşkere kir, ku zêdetir ji 98616 kesî, an ku 17151 malbat, ji herêmên arcmankirî di deh rojên dawî de derbider bûne, û bal kişand ser ku hîn jî tîmên meydanî di hejimartina kesên ji herêmên xwe ji ber topbaranê revîne, di riya tîmên wê yên li ser rêgayên sereke û herêmên aram belav bûne, berdewam e.
Û rapora tîmê anî ziman ku hejmara sivîlên bûne qurbanî di dema helmeta dawî ya rêjîmê û sponserê wê Rûsiya de bêtir ji 90 kesî bû, 34 zarok di nav wan de hene, û 198 kesên din birîndar bûn.
Û raporê got ku zêdetir ji 141 deverî di deh rojên dawî de hatine armanckirin, 30 cî jê bi çekên zemînî, 40 bi balafirên rêjîma Esed, 46 bi balefirên Rûsî her weha 25 bi helîkoptirên rêjîmê .
Û tîmê bal kişand ku jimara avahî û navendên jêrxaneya bingehîn yên hatine armanckirin gihîşte 22 cihan, 4 navendên bijîşkî û nexwaşxane, 3 navendên parastina sivîl, 7 xal avahî û cihên hînkirinê,4 kampên penaberan, nanpêjgehek û 3 otombêlên hawarçûnê.
Û tîmê di rapora xwe de daxwaz ji hemû çalakvanên sivîl ên xwecihî û rêxistinên mirivahî kir, bi şêweyek lezgîn alîkariya derbiderên ku herêmên wan armanc bûne bikin, û tîmê got ku rêjîma Esed û Rûsiya tevaya berpirsyariya operasiyênên koçberkirinê û komelkujiyan hildigre.
Herweha Hevrêzkarên Bersivdanê beşek ji berpirsyariyê dan ser milê civaka navdewletî, ji ber nekarîna wê li hember parastina herêma ku bêtir ji 4.352 milyon mirovî lê dijî, û nêzî 962.392 kes ji wan di kampan de ne, û ew hejmar piştî helmeta leşkerî ya dawî zêdetir bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştimanî ta Sûrî