Tora Sûrî ya Mafên Mirovan anî ziman ku di Tebaxa 2022an de 91 sivîl li Sûriyê hatin kuştin, di nav wan de 28 zarok û 2 jin hebûn, û 7 kes qurbaniyên îşkenceyê bûn, û bal kişand ser ku rijêma Esed di kuştina welatiyên Sûriyê de berdewam e, bêyî ku wan wek mirî di dezgehên qeydkirinê de tomar bike.
Tora mafnasî di raporta xwe ya duh pêncşemê derketiye de eşkere kir ku rijêma Esed di meha bûrî de 14 kes kuştin, di nav wan de 4 zarok, û ji nav wan 7 qurbaniyên îşkencekirinê û yek jê zarok bû, û 4 kes ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve hatin kuştin, û 73 sivîl, ji wan 24 zarok û 2 jin li ser destê aliyên din hatin kuştin.
Û Raporê kuştina 11 sivîlan di nav wan de 5 zarok bi sedema mayînan li parêzgeh û deverên cuda yên Sûriyê tomar kir, encama qurbaniyên bi sedema mayînan ji destpêka sala 2022an de gihişte 101 sivîlî di nav wan de 50 zarok û 9 jin hene.
Û Raporê tekez kir ku rijêma Esed bi sed hezaran welatiyên ku ji Adara 2011an ve kuştine di tomargeha sivîl de qeyd nekirine, û bi awayekî hovane belavkirina belgeyên mirinê kontrol kiriye, û bal kişand ser ku piraniya malbatan nikarin belgeyên mirinê werbigirin, ji tirsa girêdana navê wan bi navê kesekî ku ji aliyê rejêmê ve hatiye girtin û di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.
Û Tora mafên mirovan di raporta xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku rêşûnên zêdetir bistîne piştî derketina biryara 2254, û cextî li ser şandina dosya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û sizadana hemû kesên ku tevlî tawanên dijî mirovatiyê û tawanên cengê bûne kir.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku rijêma Esed dê meh bi meh di hovîtiya xwe de berdewam bike û bêguneh bikuje heta ku ew li ser desthilatê be, û cextî li ser pêwîstiya karê cidî ji aliyê hemû dewletên cîhana azad ve kir, ji bo ku rijêma Esed ya ku milyonek şehîd hatin kuştiye û zêdetir ji nîvê gelê Sûriyê koçber kiriye sizayê bibîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî