Hêzên rijêma Esed di peyketina sûriyan de bi tohmeta rikberiya wan ya siyasî berdewam e, û di heyva borî de hejmareke mezin ji welatiyan bi sedema rexneyên wan ji rewşa debara jiyanê û aboriya xerab re li deverên di bin kontirola rijêmê de hatin girtin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya dohî de, got ku ne kêmtir ji 154 kesan di heyva borî de (çira pêşîn) 2020 de belge kiriye, 5 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, û bal kişand ser ku piraniya wan li ser destê rijêma Esed hatibûn girtin.
Û raporê eşkere kir ku 154 welatî, di nav de 5 zarok û 3 jin, ji aliyê hêzên li tevaya Sûriyê hatine girtin, 11 jê bûne binçavkiriyê kotekî, û got ku 73 kes ji wan li ser destê hêzên rijêmê hatine girtin, 2 zarok û 2 jin di nav wan de hebûn, 56 jê bûne binçavkiriyên kotekî.
Û raporê diyar kir ku 44 kes li ser destê milîsên PYD hatin girtin di nav de 3 zarok hebûn, û ji wan girtiyan 31 bûne binçavkiriyên kotekî, û li gorî raporê 16 kes li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatine girtn, jê 8 bûne binçavkiriyên kotekî, û raporê 21 kesên li ser destê aliyên din hatine girtin di nav de jinek hebû tomar kiriye, û got ku 16 kes jê bûne binçavkiriyên kotekî.
Û Rapora Tora Mafnasî bal kişand ku girtiyên kotekî di heyva çirya pêşîn ya borî de li gorî parêzgehan, Dêra Zorê di pêşî de bû, paş re parêzgeha Helebê û di pey re Deraa hatibû.
Û raporê daxwaza avakirina komîteyeke bêalî bo çavdêriya binçavkirinên kotekî ji Netewên Yekbûyî û aliyên goftûgoyên Asîtana li xwe girtine kir, daku bi pirosesa diyarkirina çarenûsa 99 hezar binçavkiriyên li Sûriyê ku 85% jê li bal rijêmê ne rabin.
Û raporê cextî li ser pêwîstiya serbestberdana zarok û jinan kir, û ji berpirsê doseya girtiyan di Ofîsa Nûnerê Navnetewî de daxwaza ku doza girtiyan têxin civatên Cinêvê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî