Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya duh înê derketî de, anî ziman ku kuştina ne kêmtir ji 78 sivîlî di nav de kadroyekî rojnemevanî di heyva borî de hatiye belgekirin, û bi ser de 10 kesan ji ber îşkenceyê canê xwe jidest dan, bêtirê wan li ser destê hêzên rêjîmê bûn.
Û raporê aşkere kir ku heyva borî 78 sivîl hatine kuştin, 14 zarok û 7 jin di nav de hene, 11 sivîl ji wan li ser destê hêzên rêjîmê ne, zarokek jî di nav wan de heye, û 3 sivîl di nav de zarokek li ser destê Rêxistina Daişê, û 7 sivîl li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 1 li ser destê aliyin çekdar, û 2 li ser destê milîsên PYD hatin kuştin, û raporê kuştina 54 sivîlan di nav de 12 zarok û 7 jin li ser destê hin aliyên ne nîşankirî canê xwe jidest dan.
Û raporê kuştina 10 kesên ji ber îşkenceyê canê xwe jidest dane tomar kiriye, û got ku hêzên rêjîmê di ber kuştina 7an de berpisyar in, û 1 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 1 li ser destê milîsên PYD hatin kuştin, û zarokekî li ser destê hêzên Libnanî canê xwe jidest da, her weha kadroyekî rojnemevanî jiber îşkenceyê di navendeke rêjîmê de canê xwe jidest da.
Û rapra Saziya Mafnasî dît ku rêjîma Esed berpisyara sereke ye di ber Sûriyên ji ber Vîrosa Korona mirine, û bal kişand ku rêjîma Esed û Rûsiya tuhmetbarên sereke ne di ber bombebarankirin û wêrankirina navendên bijîşkî de li Sûriyê, û got ku li gorî daxwiyaniyên saziyê ew herdû alî di ber kuştina bisedan ji kadroyên bijîşkî û bêseroşûbûyên bikotekî berpisyar in.
Û Tora Mafnasî tekez kir ku rêjîma Esed yasaya Navdewletî û Mirovahî û Qanûna Urfî, û hemû biryarên Encûmana Navdewletî û bitaybet biryara hejmar 2139 û biryara 2042 û biryara2254 binpê kirine, bê ku ti sizedanê bibînin.
Û raporê daxwaza tedîbîrên zêde ji Encûmana Ewlekariyê kir, piştî biryara 2254an, û bal kişand ku pêwîst e doseya Sûrî here Dadgeha Cezaya Navneteweyî û hemû kesên tê de beşdar bûne bêne sizedan, di nav de rejima Rusya, piştî ku beşdariya wê di tawanên cengê de hate çespandin.
Û raporê daxwaza bicihanîna Prensîba Berpirsiyariya Parastinê (R2P) kir, nemaze piştî ku gavên Siyasî di riya hemû peyman û daxwiyaniyên rawestandina êrîşên dijminkarî û peymanên Asîtana qediyan, û cext li ser pêwîstiya bicihanîna Pirensîpa Berpisyariya Parastinê kir, li gorî Beşê Heftê yê ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî