Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, daxwaza serbestberdana 422 welatiyên rojnemevan li sûriyê yên ku bêtirê wan di girtîgehên rêjîmê de ne kir, û bi boneya helkefta roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê, rapora nû ya saziya mafnasî binpêkirinên rêjîma esed û siponserên wê û hejmara qurbaniyên rojnemevan belge kir.
Û tora mafnasî di rapora xwe de, ya ku duh yekşembê derketî, got ku vîrosa korona jiyana hemû rojnemevanên girtî li sûriyê dike bin gefê, û bal kişand ku 707 welatiyên rojnamevan ji heyva adara 2011an de ta îro hatine kuştin, 78% ji wan li ser destê rêjîmê bûn, 9 rojnemevanên biyanî di nav wan de hebûn, û got ku 52 jiber îşkenceyê hatin kuştin, û ne kêmtir ji 1563 rojnamevanan hatine birîndarkirin.
Û raporê metirsiyên xwe diyar kirin derbarê çarenûsa 353 welatiyên rojnamevan yên di girtîgehên rêjîmê de ne, di dema dûrnedîtina belavbûna berfireh a vîrosa korona, bi taybet di bin siya rewşa pir xerab û nemirovahî a girtina wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî