Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporeke xwe de, aşkere kir ku hêzên Rûsiya û yên rêjîma Esed 67 avahiyên bijîşkî ji 26 nîsana borî de li bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirine, û daxwaz ji Emrîka kir ku destêwerdanê bike, ji bo rawestandina tewanên cengê yên ji aliyê Rûsiya ve bi bombebarana senterên nujdariyê dibin .
Û Tora Sûrî bal kişand ser ku 67 avahîyên bijîşkî rastî 88 êrîşan li ser destê Rûsiya û rêjîmê di dema dijminkariya berdewam li ser Idlib û gundewarê Helbê hatin, û diyar kir ku 52 ji wan êrîşan li ser destê rêjîmê bûn, û 36 bi destê Rûsiya hatin kirin.
Û raporê anî ziman ku di nav 67 avahiyên armanckirî de 7 senterên bijîşkî 12 caran bombebaran bûne, tevî ku ew senter di nav mîkanîzma mirovahî ya dûrkirina ji nakokiyan tomarkirî ne, û di dema amadekirina raporê de êrîşên asîmanî yên ku Rûsiya û rêjîmê pêkanîne şopandin, û dît ku herdû aliyan li dû hev êrîşî wan avahiyan kirine.
Û raporê bal kişand ser ku gurkirina leşkerî ji hêla rêjîmê û Rûsiya ve bû serdema kuştina ne kêmtir ji 19 kadroyên bijîşkî, 9 jê li ser destê rêjîmê bûn, û 10 jî li ser destê hêzên Rûsiya bûn.
Û raporê temîniya gavin bêtir li Encûmana Ewlekariyê ya Navdewletî kir, piştî derketina herdû biryarên 2139 û 2254, ji ber ku pabendî bi pirosesa rawestandina bombebarana bêserûber nayê kirin, û got ku divê tevaya aliyên leşkerî pabendiyê bi agirbestê û xalên Yasaya Navdewletî û Mirovahî bikin .
Û raporê diyar kir ku hêzên rêjîma Esed û Rûsiya aliyên herî bêtir avahiyên bijîşkî li Sûriyê di 9 salên borî de armanc kirine, û bi awayekî sereke çekên asîmanî bikar anîne, ya ku bû sedema wêrankirina beşekî an tevaya avahiyên bijîşkî û nexweşxaneyên meydanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî