Hêzên rêjîma Esed û Rûsiya di binpêkirinên agirbestê de li deverên bakurê rojavayê Sûriyê berdewam e, û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê di daxwiyaniyeke xwe de, duh yekşembê ,139 binpêkirên di heyva gulanê de belge kirin.
Û Yekîneya Hevrêzkarên Bersivdanê, di daxwiyaniya xwe de got ku binpêkirin di riya armanckirin û bumbebarana bi topxaneyane û mûşek û balefirên bê ajokar pêk hatin, û bal kişandin ser ku tîma kar hejmarek ji derketina balefiran li ser asîmanê deverê tomar kirine, û behsa nearamiya agirbestê kir .
Û Hevrêzkarên Bersivdanê di daxwiyaniyê de daxwaz ji aliyên navdewletî yên têkildar bi rewşa Sûriyê kir, ku kar jibo çespandina agirbestê bikin, û binpêkirinan rawestînin û bihêlin sivîl vegerin deverên xwe.
Û tîmê daxwaza kar ji hemû sazî û desteyên mirovahî kir, ji bo dabînkirina pêwîstiyan û dabînkirina vegera kesên ji deverên xwe derketine, her weha dabînkirina hewcedariyên derbideran li deverên derbideriyê, û çalakkirina avahiyan xizmetguzariyê û jêrxaneya sereke li deverên derbider vedigerinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî