Ofîsa Belgekirina Pakrewanan li Deraa di rapora xwe ya salane de a taybet bi hejmara pakrewan û girtiyan li parêzgehê diyar kir ku 275 kes şehîd bûne, û 751 kes li parêzgeha Deraa di sala bûrî de hatin girtin.
Û Ofîsa Belgeyê got ku di nîvê sala 2020an de beranberî nîvê dî ji sale, hejmara pakrewanan bilindtir bû, ji encama pefçûnên di navbera hêzên rijêmê û şoreşgeran de li bakurê Sûriyê, û şehîdbûna hejmarek ji şervanên parêzgehê di şerê dijî hêzên rijêmê de, û hejmara pakrewanan di heyva kanûna paşîn û adarê de gihîşte 99 pakrewanan.
Û raporê bal kişand ser ku 26 kes ji xelkên Parêzgeha Deraa di dema hebûna wan li sê parêzgehên cûrbecûr de şehîd ketin, û hejmara herî mezin ji wan li parêzgeha Idlibê bûn, û bêhtirê wan ji şervanan bûn, û ew gihîştibûn parêzgeha Idlibê di nav bi hezaran ji yên bi kotekî ji parêzgeha Deraa berve bakurê sûriyê hatine koçberkin.
Û ofîsê şehîdbûna 17 kesan ji yên ji hêzên rijêmê û şaxên ewleyî cuda bibûn tomar kir, di nav de 15 di bin îşkencê de canê xwe ji dest dan, û şehîdbûna 9 kesên din ji xelkên parîzgehên sûrî yên dîtir di dema hebûna wan li Deraa belge kir, û got ku hejmara mezin ji nav wan pakrewanan ji xelkê parêzgeha Siwêda bûn.
Û Ofîsê Şehîdbûna 4 kesan ji çalakvanên di warê raghandinê de dixebitîn belge kir, û eşkere kir ku hêzên rijêmê di sala 2020an de komkujiyek pêk anî, di riya bombebarankirina bajarokê Cilîn li gundewarê Deraa.
Û raporê bal kişand ser ku beşê girtî û revandiyan di Ofîsa Belgekirina Pakrewanan de li Deraa, girtina 751 kesî ji aliyê rijêma Esed ve di sala 2020an de belge kir, di nav de 17 jin û 5 zarok hebûn, 3 jê di bin îşkencê de hatin kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî