Koma kar ya ji bo Filestîniyên Sûrî duhî di raporteke xwe de ji bo cejina dayikê ya di 21 avdarê de ye anîbû ziman ku dora 484 jinên Filestînî ji destpêka şoreşa Sûrî 2011ê de heta niha bûne qurbanî.
Herwiha Komê diyar kir ku ji wan penaberên jin 240 bi bombebarankirinê, 68 ji ber kêmbûna derman û dorpêçkirinê, 28 bi Fîşekên segvanan, 37 bi bomban, 24 bi fîşekan, 26 fetisînê, 5 bi dardakirinê, 34 bi êşkencekirina di zindan û girtîgehan de, 20ên din jî bi sedemên din wek serjêkirin,tirorkirin, xwekuştin, qeyranên tendurustî, şewat û fetisînê bûne qurbanî.
Komê da xwiyanîkirin ku jimara penaberên filistînî yên jin ên girtî di zindanên rêjîmê de gihaye 107 jinan, 24 ji gundewarên Şamê, 24 ji Şamê, 12 ji himisê, 4 ji deraa û 41 ji cihên corbicor ên Sûriyê.
Tîma çavdêrî û hevrêzkariyê di koma kar de tekez kiriye ko 34 penaberên jin bi êşkenceyê ji destpêka şoreşê de 2011ê jiyana xwe jidest dane, û bal kişand ser ko binpêkirinin mezin yên laşî derheqê penaberên filestînî de hatine belgehkirin.
Komê di raporta xwe de aniye ziman ko tevaya qurbaniyên bi êşkenceyê di girtîgehên rêjîmê de gihaye 570 penaberî ji nav wan zarok û jin û kal û pîr hene.
Tîma çavdêrî û belgehkirinê bal kişand ser ko rêjîma Esed hêj di veşartina kotekî de derheqê 1730 penaberan de ji nav wan 107 jin berdewam e.
Tête destnîşankirin ko dezgehên ewlehiya rêjîmê belgehên kesayetî yên zaroyên malbatan radestî wan kirine, lê malbatan nikarîbûn ji tirsa hêzên ewlehiyê aşkere bikin, li gora dîdevaniyên penaberên filestînî yên ji zindanan derketine, bêyî ko navê xwe bînin ziman.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî