Binpêkirin derheqê ragehêneran li Sûriyê berdewam in, ko ji bo rojnamevan, çalakvan û ragehêneran metirsîtirîn dewlewt di cîhanê de ye. Toreya Sûrî ya mafên mirovan ji destpêka şoreşê adara 2011ê ve kuştina nekêmî 695 rojnemevanên Sûrî û biyanî belgeh kiriye.
Toreyê di raporta xwe ya duhî înê derçûye de, ya sebaret roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê got ku rêjîma Esed 546 rojnamevan kuştine ji nav wan 5 biyanî ne, her weha hêzên rûsî 20 rojnamevan û rêkxistina Daiş 64 ragehêner kuştine.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko rêkxistina Daiş sê rojnamevanên biyanî kuştine, û desteya Tehrîr Elşam heft kadirên ragehandinê kuştine, û milîtanên PYD çar û hêzên hevpeymanê yek û aliyin din raportê ew bi nav nekirine 28 kuştine.
Raportê got ku nekêmî 1136 rewşên girtin û revandinê derheqê kadirên ragehandinê hene, û hêj nekêmî 421 ji wan girtî an li navendên girtinê veşartî ne, ji nav wan 4 jin û 18 rojnamevanên biyanî ne.
Raportê destnîşan kir ko girtî 349 ji nav wan du jin û çar rojnamevanên biyanî hêj li dev rêjîmê ne, û 48 ji nav wan jinek û 8 rojnamevanên biyanî li navendên girtinê yên rêkxistina Daiş in, û hêj sê kadirên ragehêneriyê ji nav wan rojnamevanekî biyanî li cem desteya Tehrîr Elşam girtî ne.
Raportê daxwaz ji Encûmena ewlehiyê kir ko dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bişîne û bizavê bêtir bike tako tawankar ji sizayan rizgar nebin û bizavine aşkere bike tako bigehêjin çareseriyeke siyasî bi piroseseke siyasî ko Sûriyê ji dewleteke dîktatorî ber bi dewleteke şaristanî û dîmuqratî ve bibe.
Raportê daxwaz ji nûnerîtiya mafên mirovan kir ko amanckirina kadirên ragihandinê pirotesto bike û qurbanî û derdê wê ronahî bike, raportê ji komîta lêkolîna navdewletî ya serbixwe COI daxwaz kir ko lêkolînê bi taybetî di amanckirina kadirên ragêhênerî de bike, çimkî roleke wê ya zindîdar di tomarkirina bûyeran de heye.
Navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî 5 binpêkirinên dijî ragehandinê li Sûriyê ya heyva bûrî belgeh kirine, 4 jê heyva nîsana bûrî û yek dawiya adarê çêbûye.
Lîsta pilekirina cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê ya sala 2019ê ya ko rêkxistina ‘’Nûçegihênên Bêsînor ‘’ ya navdewletî roja 18ê nîsanê li jêr navê ‘’ pilekirina cîhanî ya sala 2019ê : Alava tirsê bi bilindtirîn hêza xwe kar dike‘’, tekez kir ko Sûriyê di lîsteya reş ya erebî û navdewletî de maye.
Rêkxistinê tekez kir ko lîsta sala 2019ê ya nirxandina cîhanî ya asta azadiya rojnamevaniyê anî ziman ko kîn li dijî rojnamevanan bêtir bûye ko gihaye asta tundûtûjiyê, ev metirsiyê bêtir dike çimkî welatên aram kêm bûne , û rojnamevan êdî nikarin karên xwe bi aramî bikin, di heman çaxê ko rêjîmên zordar destê hêzê li ser alavên ragehandinê stûrtir dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî