Li gorî hin raportên meydanî, ku deverên berfireh ji deşta Hemayê ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsyayê ve di navbera sê mehan de hatine topbarankirin, û têde zêdetir ji 100 kesên sivîl hatine kuştin, ligel birîndarbûna zêdetir ji 200 kesên din jî di nav zarok û jin.
Li gorî raporta Parastina Sivîl, ku duh roja duşemê belav bibû, têde kuştin û birîndarbûna 344 welatiyên sivîl hatiye bi belgekirin, ji encama bombebarana hêzên rejîmê û Rûsya li ser bakur û rojavayê parêzgeha Hema, ji destpêka meha nîsanê îsal ve û heta dawiya meha hezîrana borî.
Informasyona Parastina Sivîl li Hemayê, diyar kir ku 104 kesên sivîl hatine kuştin, di nav de heft zarok û 20 jin, ligel birîndarbûna 240 kesên din jî, di nav de 39 zarok û 46 jin û karmendekê parastina sivîl, ji encama bombebarana esmanî û mûşek û topbarana hêzên rêjîma Esed û Rûsya, di dema diyarkirî de.
Informasyona Parastina Sivîl dîsa got ku deverên li bakur û rojavayê Hemayê di heman navbirê de, rastî 1953 êrîşên balefirên şer hatin, û avêtina 1423 bermîlên teqîner ji aliyê helîkopterên rejîmê, herweha jî topbarankirina deverê bi 19520 top û rokêtên hêzên rejîmê û Rûsya.
Parastina Sivîl diyar kir ku bi sedan xanî û erdê çandiniyê û bi dehan rêyên sereke û çend dibistan û bazar û mizgeft û avahiyên tenduristî û xizmetê hatin armanckirin.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres, bi xurtî êrîşên hewayî li dijî deverên nişteciyan û navendên bazirganiyê û bijîşkî û xizmetgozariyê şermezar kiribû, û bal kişandibû li ser pêwîstiya parastina welatiyên sivîl û binesazî, tevlîbdezgehên bijîşkî, û dakokî li ser darizandina hemû binpêkerên yasa Navnetewî û yasa Mirov ya Navnetewî kiribû.
Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe ve, êrîşên leşkerî yên rejîma Esed sivîl li ser sivîlan, bi “karekî tawankar” piştrast kiribû û bsng li civaka navnetewî kiribû, ku bizaveke giran bike ji bo rawestandina bombebaranê û parastina welatiyên sivîl.
Ku deşta Idlib û Hemayê, her ji meha nîsana borî ve, rastî êrîşên esmanî û top û mûşekan dibe ber, ku bûye sedema kuştina bi sedan welatiyên sivîl, û koçberbûna bi sed hezaran, û wêrankirina jêrxana bingehîn, bi taybetî jî nexweşxane û dibistan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî