Li gora raporta navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê ya vê sibehê derketiye, di heyva tîrmehê de rêjîma Esed ya herî bêtir tawan kirine, bi pêkanîna sê binpêkirinan, û Rûsya û Desteya Tehrîr Elşam her heryekê yek pêk anîye.
Navenda belgehkirinê tekez kir ko 5 binpêkirin li dijî rahegandinê li Sûriyê di heyva bûrî de pêk hatine, ya herî berz kuştina ragehênerekî bi êşkenceyê li zindanên Esed bû, û ragehênerekî din bi êrîşên firokên Rûsî li ser bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib jiyana xwe ji dest da.
Raportê diyar kir ko çalakvanê ragehandinê yê ko bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de piştî du salan ji girtina wî hat kuştin, ew Ala Nayif Elxidir Elxalidî bû, yê ko bi navê Wisan Eldîmeşqî dihate naskirin, li Humsê hatiye dunyayê , û ragehênerê din yê ko bi êrîşên firokên Rûsî hate kuştin Enes Ebdilmecîd Eldiyab e, yê li Xan Şêxûn jidayik bûye, û ew wênekêşekî xwebexş bû di rêkxistina berevaniya sivîl de.
Her weha navendê di meha bûrî de girtina ragehênerekî û wênekêşekî ji hêla dezgehên ewlehiyê yên bi ser rêjîma Esed ve belgeh kiriye, û desteya tehrîr Elşam çalakvanekî ragehêner û endamê kombenda rojnamevanên Sûrî Cuma Hac Hemdo piştî hefteyekê berda.
Navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî, dibîne ko operasiyona bombebarana rêbazkirî ya ko rêjîm û Rûsya li ser Idlib û Hema ji sê heyvan de pêk tînin, yek ji sedemên sereke ye ko binpêkirin li dijî ragehêneran di heyva bûrî de pêk hatine.
Raportê amaje bi siyaseta astengkirina azadiya ragehandinê û bi taybetî li herêmên jêr kontrola rêjîmê û hin herêmên bakurê Sûriyê kir, û bal kêşand ser ko hejmara ragehênerên ko navendê kuştina wan belgeh kirine ji nîveka adara 2011ê, gehaye 452 ragehênerî, ji wan 33 ragehêner bi êşkenceyê hatine kuştin.
Binpêkirin li gora raporta navendê, li parêzgeha Helebê 3 binpêkirin, li Şamê yek binpêkirin, û yek li Idlibê hatine pêkanîn.
Navendê di dawiya raporta xwe de daxwaz kir ko rêz li azadiya rojnamevaniyê bête girtin, û karmendê vê biwarê bêne parastin, û dadpirsîn li gel berpirsiyarê van binpêkirinan bibe, û got ku divê rêz li madeya 19an ji ragehandina cîhanî ya mafên mirovan bête girtin, ya dibêje: ‘’Her kesek mafê wî di azadiya derbirînê de heye, yek jê mafê azadiya fikr û ramanê ya bêtêwerdan e, li her deverî bê guhdana sînor û cografya. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî