Toreyeke mafnasiyê ya serbixwe tekez kir ko di heyva tîrmeha borî de 15 kuştar çêbûne, heft ji wan bi destê hêzên rêjîma Esed û milîtanên Îranî ne, di encamê de 219 kes hatine kuştin, 38 zarok û 30 jin di nav wan de hene.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe ya rolî de di rêya malpera xwe re got ku hêzên rêjîma Esed û milîtanên Îranî berpirsên heft komkujiyan in, di pey re rêkxistinên tundrew ko şeş komkujî pêk anîne, û di pey re hêzên Rûsî kuştarek kirine, û yek bi destê aliyên nediyar çêbûye.
Komkujî li pênc herêman çêbûne, şeş li Dera, pênc li Siwêda, du li Dêra zorê, yek li Helebê û yek li Qunêtira.
Li gora raportê ew kuştar bûne sedema kuştina 219 kesan, 38 ji wan zarok in û 30 jin in.
Toreyê destnîşan kir ko bajarê Siwêda di 25 tîrmeha borî de ket ber êrîşeke nişkaveyî ji hêla şervanên rêkxistina Daişê, di encamê de 200 kesên sivîl û şervanên yekîniyên xwecihî hatine kuştin.
Bi wê hejmara komkujiyan ji destpêka sala 2018 de giha 201 kuştarê, piraniya wan bi destê rêjîmê û milîtanên hevalbendên wê ne.
Pileya Sûriyê ya dawî bû, li gora pîvera aştiya cîhanî, anku ew dewleta herî kêm ewlehî ye ji nav 163 dewletan di sala 2018 de, Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê bal kişand ser ko berdewamiya rêjîmê di pêkanîna kuştaran de, û nekarîna rawestandina wê ji hêla civaka navdewletî, dê bibe asteng di riya serkeftina çareseriya siyasî de, ya ko vegera ewlehî û aramiyê li herêmê dabîn dike.
Her weha toreyê daxwaz kir ko vekolînin navdewletî di kuştaran de bibin, û destnîşan kir ko ew amade ne hevkariyê di vê biwarê de bikin, û zanyariyan bidin vekolîneran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê