Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî Sûrî digel çend çalakîkarên Şoreşger û yên Sivîl li Xûta Rojhilat ya dorpêçkirî, rawestandineke pirotestokirinê li dijî destwedana Rûsya ya leşkerî rêkxistin kir.
Xelkên pirotestoker diruşmên ko kuştara firokên Rûsya di derheqê sivilan de û hemû cûreyên têwirdanê li Sûriyê red dikin hildabûn.
Endamê Hevbendiya Niştimanî û serokê Fermanberiya peywendiyan Mihemed Xêr Elwezîr got: têwirdana Rûsya a yekser li kêleka rêjîma kujer li Sûriyê şermezariyeke mezin e di derheqê Encûmena Ewlekariya Navdewletî de , ya bêçare ma ko aştiyê li Sûriyê misoger bike û nikarîbû rêjîma Esed li ser evan kuştarên ko bû pênc sal bi serê miletê Sûriyê de pêk tîne siza bike.
Elwezîr got: “têwirdana Rûsya ji bilî dagîrkirina yekser nayê binavkirin, ev têwirdan li dijî pirinsîbên rewaya navdewletî ye, ko gerek bizavê bike ji bo Ewlekarî û Aştiyê li cîhanê misoger bike ,û derfetê nede dagîrkirina bizordariyê”
Ji aliyê dî ve Birêvebirê Nivîsgeha Hevbendiyê li Xûta Seîd Flêtan tekez kir ko têwirdana Rûsya ji bo şerê miletê Sûriyê û Şoreşa wî bike, Şoreşa ko doza azadî û rûmetê dike. Û ne ji bo şerê Daiş bike ya ko Rêjîmê ew çêkiriye da rewayekê bide kuştarên xwe yên ko di derheqê gelê Sûriyê de dike.
Jêder: Hevbendî