Wezîrê ragihandina hikûmeta Esed biryarek derxist bi derkirina 101 karmendên Desteya Giştiya Radiyo û Televiziyonê ji karên wan ji ber alîgiriya wan ya bi (peyvê) ji şoreşa Sûrî re. û biryara derkirinê gelek kes û ji gelek pîşekaran di hindur desteyê de bi xwe ve girtin, hin peyamnêr û derhêner û wêngir û karmendên kargêrî. Herwiha rêjîmê ew ji her derfeteke din ya kar di saziyên fermî de bêpar kirin, û ji bilî biryara derkirina wan ji karên wan, navên wan li ser hemû damûdezgehên dewletê hatin belavkirin , ji bo qedexekirina pêwendiyan bi wan re , ku her aliyê têkiliyan bi wan re bike wê bê sizakirin, li gor malpera Sirac pirês, pilêta karmendiyê ya taybet bi wan ya ji aliyê desteya giştiya êzgeh û telviziyonê bo karmendên desteyê tête dan hat pûçkirin.û berî vê pêngavê, pêngavek din hebû ji aliyê Sendîkeya Hunermendên Sûriyê bi derxistina lîsteya reş ku ji 30 hunermendan pêk dihat û di nav wan de hûnermend Cemal Silêman û Meksîm Xelîl, bi behaneya “bedkariyê derbarî sîmbolên serweriya niştimanî”. Li aliyekî din Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de ew biryara derkirinê bi neyasayî dazanîn, û têde hat ku:” ev biryar nerewa û neyasayî ye, û aliyê biryar derxistiye heman aliye yê bermîlan tavêje li ser xaniyên Sûriyan û xwîna wan dirijîne. û dupat dikin ku baweriya Hevbendiyê bi gelê sûrî mezine, nemaze bi wan hunermendên dilxwazên gel, û yên bi alîgiriya xwe reseniya xwe diyar kirin, û çaverêyên heman helwîstê ne ji tevaya sûriyên birûmet”. û carek din Hevbendiya Niştimanî tekez kir li ser” ku serkeftina şoreşê bi hevkariya tevaya sûriyan ji bo azadî û rûmeta Sûriyê ve girêdayî ye, û her yek afrandinê di biwarê xwe de bike û beşdar be li gor pîşeyê xwe”.
Jêder: Hevbendî