Hêzên rêjîma Esed û şaxên ewlekarî di operasyona kuştina girtiyên di zîndanên xwe de berdewam e, û sê bira ji xelkê parêzgeha Deraa piştî nêzî sal û nîvekê ji girtinê ji ber îşkenceyê canê xwe jidest dan, herweha girtiyekî din ji xelkê bajarê Heresta rojhilatî Şama paytexta di bin lêdanê de hate kuştin.
Û çalakvanin xwecihî diyar kirin ku ew hersê girtî ji malbatekê ne, û ji xelkê bajarokê Ibtee in, yê girêdayî navçeya Elşêx Miskîn, û ew jî ev in: Heysem, Husam û Ehmed , û paşnavê wan Helawê ye, û hersê di bin îşkenceyê de hatin kuştin, û xwediyên wan zanyariya kuştina wan ji rêvebiriya baregeha polîs ya bajarokê Ibtee ya bakurî Deraa wergirtin.
Û çalakvanan diyar kir ku ew hersê bira berî sal û nîvekê ji aliyê şaxê Asayîşa Asîmanî yê girêdayî rêjîmê di nav operasyonên girtinê de hatibûn binçavkirin, tevlî ku her sê bira di nav kesên ku di riya pirosesa lihevkirina neçar ya ku Rûsiya li xwe girtiye de bûn.
Ji aliyê xwe ve Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan, roja pênşembê, anî ziman ku mirovên girtiyê bi navê Evdo Seqer, yê ku ji xelkê bajarê Heresta ye yê girêdayî Gotet Dîmeşq e, gotin ku di roja 15ê avdara 2020an de bi mirina kurê xwe bihîstin, piştî lêvegera wan ji şaxê Emin Eldewlê re, yê tê nasîn bi şaxê Elxetîb yê girêdayî hêzên rêjîmê.
Û kuştina kurê Heresta li şamê û hersê birayên ji Deraa piştî kuştina girtiyekî berê di zîndanên rêjîmê de hat, ew girtiyê ku ji xelkê bajarokê Elşêx Miskîn li Deraa ye, û şaxên ewlekariyê belgeya mirina wî di 21ê heyva sibata 2020an de radestî xwdiyên wî kiribûn.
Tê zanîn ku fişarên hêzên ewlekariyê li Daraa di demên dawî de zêde bûne, û ew rewş nîşan e ku dibe ji nû de rewş li parêzgehê biteqe, û operasyonên kuştinê yên ji aliyê kesin nenaskirî ve li parêzgeha Der’ayê çêdibin, tê de şervanin berê di Artêşa Azad de, herweha hinek gênc û hin karmendên berê di Encûmanên Xwecihî de tên armanckirin, di dema ku çalakvan gumanê dibin ser rêjîma Esed ku ew li paş van kuştninan e.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî