Elmanya ragihand ko dê kongirekî navdewletî yê awarte ji bo parastina pêmayan li Sûriyê bi alîkariya Rêkxistina Navdewletî ya çand û hunerê“Yûnisko” ya bi ser Netewên Yekbûyî ve di navbera 2 û 4 Cehzerdana dahatî de lidar bikeve. Wezîra dewletê ya karûbarê Efrîka û Asya û çandiniyê Mariya Bohmêr, di simînereke Rojnamevanî de îro diyar kir ko amanca kongir ne tenê ji bo nûkirina pêmayên Tedmurê ye, lê belê kar bikin ji bo hemû pêmayên Sûrî biparêzin û li yên ko hatine dizîn bigerin û hem xulên rahênaniyê di biwara nûjenkirina pêmayan û hunerê û karên xwedestî yên pêmayî û amadekirina Pisporên Mûzexane û cihên pêmayî bikin.
Tekez kir ko parastina pêmayên Sûrî û hem yên Îraqî berpirsiyariyeke navdewletî ye. Ev pêma milkê mirovantiyê tevdî ne. Destnîşan kir ko derdên miletê Sûrî û bobelata wî ji dest rêjîmeke hovane ko ew li pey piştgiriya rêkxistina Daiş ya tirorist e, divê bidawî bibe. Rêjîma Esed gelek Pêma têk birine, û kar ji bo parastina wan giringiyek e.
Firokên cengî yên Rêjîma Esed doh li ser Me’eret elnuman li Gundewarê Idlib êrîş birin ser Mûzexana “Xan Mirad Başa” hem jî li ser“germava Eltekiye ”ya kevnar, hinek sivîl birîndar bûn û Mûzexane û Serşoka pêmayî wêran kirin.
Ragihênerê Encûmena xwecihî yê Meeret Elnuman Bilal Hemo got ku firokan nîvroja duşembê Mûzexane amanc kirin, ziyanin pir mezin gihandinê û hin sivîl biraîndar bûn çimkî ew li herêmên niştecihan e.
Hemo got ku Mûzexane tabloyên Fuseyfesaa dinimîne û ew li Sûriyê mezintirîn Mûzexane ye, hin tablo jî tê de hene ji serdema Bizentiyan de ne. destnîşan kir ko Mûzexane berî çend mehan bi bermîleke teqîner hat amanckirin.
Tê zanîn ko zêdegaviyên Rêjîma Esed û evê dawiyê yên Rûsya li ser pêmayên Sûriyê, ji destpêka Şoreşê ve pir in. Rêjîma Esed pêmayên Tedmur û Besra Elşam û Mizgefta Elemewî li Helebê hem jî Keleha Helebê û gelek cihên kevnare amanc kirine.
Jêder:Simart+Hevbendî +Acans