Ajansa Anadol di raportekê de got ku “rijêma Esed dahatên petrolê li Sûriyê ligel PYDê û hin hêzên Ereban yên zeviyên petrolê diparêzin dabeş dike “.
Rapot duhî roja çarşemê ji aliyê Ajansê belav bûye û têde hatiye ku “herdu alî rêveberoya 9 zeviyên petrolê li Hisiçe dikin, ku sê ji wan aktîv in “, wek amajekirin bi zeviyên Rimêlan û Sewêdiyê û Qereçox, ku rojane 30-35 hezar bermîl ji wan derdikevin.
Raportê got ku 65% ji dahatiyên wê ji bo Rijêmê ye û 20% ji bo PYDê ye, û dahatiyên din li hêzên Ereban yên erkdar bi parastina zeviyan tê belavkirin.
Raportê bal kişand ku petrola tê derxistin bi kantînan bi rêka bazirgan Husam Qatirçî tête şandin bo palavgeha parêzgeha Humsê, û got ku Qatirçî bi rola navgîn radibe di navbera Rijêmê û rêxistina DAIŞê û çekdarên PYDê de, û raportê diyar kir ku PYDê berî demekê rêveberiya veberhênana petrola Rimêlan radestî Rijêmê kir û rêkeftinek hevparkirina dahatiyan ligel emza kir.
Tê zanîn ku Hisiçe û gundewarê wê û tevî parêzgeha Dêrazorê, wek gencîneya petrolê li Sûriyê tê dîtin, ji ber ku mezintirîn du zeviyên petrolê li wê deverê hene, Siwêdiyê û Rimêlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî – Wekalat