Hêzên rêjîma El-Esed û Rûsiya, binpêkirinên agirbestê li devera kêmkirina şer li bakurê Sûriyê berdewam kirin, û di rojên 10 ta 17ê vê heyvê de bû sedema pêleke derbideriya nû li deverê.
Û Tîma Bersivdanê ya Sûrî, di daxwiyaniyeke xwe de ya ku duh li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye, anî ziman ku hêzên rêjîma El-Esed û Rûsiya di hefteya borî tenê de, 71 carî rêkeftina agirbestê li Idlibê binpê kiriye.
Û daxweiyaniyê eşkere kir ku hêzên rêjîmê devera kêmkirina şer ya çaremîn li bakurê Sûriyê ji 10 ta 17 vê heyvê de armanc kirine, 44 dever û gund jê li gundewarê Idlibê, 7 li gundewarê Hemayê, 4 li gundewarê Helebê û 8 binpêkirin li gundewarê Laziqiyê ne.
Û Tîma Bersivdanê bal kişand ku êrîşên asîmanî û bombebaranên dijî parêzgeha Idlibê bû sedema derbiderbûna derdora 4 hezar û 300 kesî, di dema ji 10 ta 17 vê heyva hizêranê de.
Û Tîma bersivdanê binpêkirinên berdewam ji hêla rêjîmê û Rûsiya ve şermezar kirin, û diyar kir ku çênabe siyaseta guhnedanê ji hêla navdewletî ve derbarê dijminkariya rêjîmê berdewam bimîne, ji ber rijêm biryaran bi keysebazî bikar tînê, di riya binpêkirina tevaya rêkeftinên navdewletî re, û siyaseta terora rêbazkirî dijî nişteciyên sivîl li deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî