Ji aliyê Tîma kordînatorên Bersivdanê li Sûriyê, duhî roja çarşemê, serjimêriyek li ser dibistan û navendên perwerdehiyê li Idlibê û gundewarê wê yên ji hêla rejîmê û Rûsya ve hatine topbaran kirin di heyamê pênc mehên borî de belav kir.
Tîmê di daxuyaniyekê de got ku her ji 05.12.2019 heta roja 7’ê gulana 2019’an, 44 dibistanên bi ser rêveberiya xwendinê li parêzgeha Idlibê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya ve hatine topbarankirin.
Tîmê bal kişand ku dibistanên hatine bombekirin û yên jikarketin, yên bi ser rêveberiya perwerdeyî yên bajar û bajarokên li Idlib bi vî awayî hatin belavkirin, 25 dibistan li bajarê “Xanşêxon”, û 7 dibistan li bajarê “Kafrenbul”, û 5 dibistan li “Erîhayê”, û 3 dibistan li “Cisr al-Şixûr”, û 3 dibistan li komelgeha perwerdeyî ya Idlibê, û dibistanek li bajarê “Ma’ert al-Nih’man”, bal kişand ku rêjeya ziraran di navbera 5 ji sedî heta digihe jikarketina bi temamî de ye.
Tîma bersivdanê bang li hemû aliyên têkildar kir ji bo fişaran bêxin li ser Rûsya û rêjîmê ji bo rawestin ji armanckirina navendên perwerdehiyê li deverê.
Ev yek hevdem dibe ku rejîma Esed û hevalbendên xwe radibin bi kampanyeke leşkerî ya dijwar li dijî Idlibê û taxên wê, û duhî Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, Riyad el-Hesen, dît ku rejîma Esed bi rêya dakokiya xwe li ser armanckirina navendên girîng, di nav wan nexweşxane û dibistan, kar li ser mekanîzma jinavbirina binesaziya welêt û civakê jî dike.
Hesen gotibû ku tişta ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê dibe, li dijî mirovan û kevirên Sûruyê ye, û hemû rewişt û yasayên mirovî yên taybet bi bêalîkirina sivîl û nexweşxane û dibistanan ji êrîşan binpê dike.
Herwiha nûnera karubarê Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropa, Federica Mgrena, rexne girtin li armanckirina dibistan û nexweşxaneyan bi bermîlên teqîner , û ew yek dabû zanîn bi “binpêkirina yasa navnetewî”.
Mgrena tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê pêdagir e bi pêwîstiya cezakirina kesên berpirsiyar yên van binpêkirinan, û hişyarî da li ser metirsiya li ser jiyana nêzîkî 3 milyon welatiyên sivîl li Idlibê.
Jêder: Ofîsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî