Deh rêkxistinên Sûrî yên mafnasiyê daxwaz ji Yekîtiya Ewropî û Birîtanya û Waşinton kirin ko li kongirê têkbirina çekan yê ko li netewên yekgirtî, ji duh ve heta cehzerana dahatî dê berdewam be, amade nebin, çimkî ew dê bi serokatiya roleyî ya rêjîma Esed be.
Rêkxiustinên Sûrî yên mafnasiyê dibînin ko amadebûn li kongir “riswakirineke ji pirinsîbên mirovînî re”, û beşdarbûn têde ‘’ xelateke rêzgirtinê ye ji kesên ev tawankariyên mezin û metirsîdar kirine re.‘’
Rêkxistinan teklîfkirina rêjîmê bo serokatiya kongir red û pirotesto kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko ji vê biryarê vegere, her weha daxwaza lidarxistina kongirekî navdewletî kirin bo fişarê bidin ser Encûmena ewlehiyê ji bo ‘’dadgeheke navdewletî ya taybet bi tawankariyên ko li Sûriyê pêk hatine, û di serî de yên rêjîmê, berhev bike.‘’
Rêkxistin dibînin teklîfkirina rêjîmê bo serokatiya kongirê ko Netewên yekgirtî pê radibe û ew ê bi karûbarê têkbirina çekên wêrankirina tekûz û çekên atomî û çavdêriya çekdarkirinê li cîhanê rabe, ev’’ hewildaneke bo rewakirina rêjîmê û parastina wê di dema ku ew tawanbare bi pêkanîna tawankariyên li dijî mirovîniyê û tawankariyên qirkirinê derheqê miletê Sûrî, ji ber çekên qedexe bikar anîne, ji nav wan jî bi dehan êrîşên bi çekên kîmawî.‘’
Rêkxistina “miletên li jêr gefdê‘’ ya ko berevaniya mafên mirovan dike, bangek da têde daxwaz ji desthilata Elmanî û dewletên yekîtiya Ewropî dike, ko di rûniştinên kongir de amade nebin di dema ko rêjîm serokatiya wan dike.
Rêkxistinê got: “nedirist e desthilata rêjîmeke tawanbar bi bikaranîna çekên wêraniya tekûz û berpirsa kuştina bi sedhezaran sivîl, serokatiya desteyeke bi ser netewên yekgirtî ve bike, û biryarê bide kî biaxive û kî neaxive” , û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko rê nedin dîktator Beşar Elesed ko li meydana navdewletî vegere.
Nûnerê Emerîka di kongirê têkbirina çekên kîmawî û yê Atomî Robert Wod, got ko welatê wî binête ko ji kongirê bi serokatiya rêjîma Esed vekişe.
Wod di kongirê rojnamevanî de îro sêşembê got ku “vekêşana Emerîka dê pirotestkirin be ji serokatiya rêjîma Esed ji kongir re, û dê pêrabûnin din jî di dema serokatiya Sûriyê bo kongir hebin”.
Û Serokê hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa namak ji 18 dewletan re şandiye, ji wan daxwaz kir ko li kongir amade nebin di herçar hefteyên ko rêjîma Esed serokatiyê bike, û dibîne ko ew êşandikeke ji wijdanê mirovîniyê re, û çavgirtin e ji qurbaniyên Esed yên êrîşên kîmawî ên bêtir ji dused êrîşan bûn.
Mistefa tekez kir ko serokatiya rêjîmeke jirêçûyî wek rêjîma Esed ji kongir re, diristiya netewên yekgirtî têk dibe û gumanê li ser rastgoya wê di çarçoveya têkbirina çekan çêdike, û got: ‘’ bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî û yên nenormal yên kujer re, û bizava wê ya nerewa ji bo bidestxistina çekên atomî, dijî amanc û pirinsîbên bingehîn ên kongirê têkbirina çekan e. ‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans