Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe ya mehane de anî ziman ko di meha borî de hêzên hevpeymanan ji hemû aliyan bêtir kuştar kirine. Wan hêzan 14 kuştar ji 34an pêkanîne, û piraniya wan kuştaran li parêzgeha Reqa û Dêra Zorê çêbûne.
Toreyê 34 kuştar di gulana borî de belgeh kirine, ji wan 9 bi destê hêzên Rêjîmê û 1 bi destê hêzên Rûsî û 14 bi destê hêzên hevpeymanan û 5 bi destê rêkxistina Daiş û yek bi destê milîtanên Yekîtiya Dîmuqratî û 3 bi destê hêzên nediyar pêkhatine.
Raporta toreyê destnîşan kir ko tu kêmkirina berçav di hejmara kuştaran de ji hêla hêzên rêjîmê li parêzgehan hemûyan di meha gulanê de nîn e, eger bête pîvan ji nîveka sibata borî de, her weha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di kampanya xwe de berdewam e, û li parêzgehên rojhilat, ev meha sisêyan e, peyapey û di herdu mehên borî de bi xurtî kuştaran pêk tîne.
Toreyê tekez kir ko ew kuştar bû sedema kuştina 404 kesan ji nav wan 143 zarok û 90 jin ,anko 58% ji qurbaniyan jin û zarok in, û ew rêjeyeke bilind e, û dide xuyakirin ko yên hatine amanckirin di wan kuştaran de sivîl in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans