Desteya têkiliyên giştî û siyasî ya kampa El-Rikban a li ser sînorê Sûrya-Urdunê, duhî bi rêya daxuyaniyekê, bang li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan, û dostên gelê sûrî kir, ji bo bi erkê xwe yê mirovî li hember kampê rabin, ji ber ew bi mebest ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya hatiye dorpêçkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku Rûsya radibe bi sepandina dorpêçeke dijwar li ser kampê, ji bo vegerandina koçberên neçarî li deverên di bin kontrola hêzên rejîma Esed de.
Rêveberiya kampê, di daxuyaniyekê de tekez kir ku Rûsya rê li pêşiya şandina xwarin û sutemenîyê bo koçberên li kampê girtiye, ji bo neçarkirina wan li ser vegera li deverên di bin kontrola hêzên rejîmê de.
Di daxuyaniyê de hat ku “Li gor yasa navnetewî, Rûsya tawaneke qirkirinê ya mezintir ji a çekên kîmyayî pêk tîne, û yasa mirovî ya navnetewî tirsandina xelkê sivîl qedexe dike”.
Rêveberiya kampê, Rûsya û hêzên wê bi taybetî berpirsyar dîtin di ber dorpêçkirina kampê û encamên wê û felaketên însanî û têkçûna rewşa mirovî û belavbûna nexweşîyê û birçîbûnê bi taybetî di nava zarok û jin û kalemêr pîrejinan de.
Daxuyaniya rêveberiyê hevdem tê ku kamp her ji heyva cehzîrana borî ve di bin dorpêçkirinê de ye, û ji çend hevftiyan ve asta dorpêçkirinê zêdetir bûye, piştî astengiyên hêzên Esed û Rûsan yên ji bo vegerandina koçberan bi darê zorê li deverên di bin kontrola rejîmê de.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku dorpêçkirina xwarinê tişteke metirsîdar e û li dijî kampa El-Rikban tê pêkanîn, û bal kişand ku daxistina rêyên derbaskirina alîkariyên xwarinê li ser şêniyên kampê, tê bi armanca têkdana morala şêniyên kampê û vegersndina wan bi darê zorê li bin siya hêzên rejîmê û milîsên wê.
Tê zanîn ku kampa El-Rikban her ji cehzîrana borî ve hatiye dorpêçkirin, piştî girtina takederwazê wê yê digel Ûrdanê bi handana Rûsya, û daxistina rêya El-Domêr ji aliyê hêzên Esed, û niştecîyên kampan yên bêtir ji 50 hezar kesên koçber in, di bin şert û mercên jiyanê yên xizan û xelayê de dijîn, digel kêmbûna pêşkêşkirina alîkariyên navnetewî, û astengiyên li hember derbasbûna alîkariyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî