Ji aliyê rêveberiya saxlemiya Şamê û gundewarê wê ya ser bi hikûmeta demkî ve, kuştina 3 sivîlan û birîndarbûna 41ên din bi bombebarankirina hêzên rijêma Beşar Esed li Xûta Şamê ya rojhilat hat dîkomentkirin.
Rêveberiyê duhî roja pêncşemê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku heşt zarok di nav birîndaran de hene û yek ji wan di rewşeke xirab de ye, û herwiha 8 jin di nav wan de hene ku nexweşiya du jinan ji wan giran e, û daxuyaniyê bal kişandiye ku neşetergerî ji heşt birîndaran re hatine encamdan, 5 mêr in û 2 jin in û yek zarok e.
Tê zanîn ku pêr li roja çarşemê çend sivîl li bajar û bajarokên Xûta rojhilat li gundewarê Şamê hatine birîndarkirin û kuştin, bi sedema êrîşên firokên şer yên tên pêşbînkirin ku firokên rijêma Esed in.
Duhî roja pêncşemê, Yan Îgland, şêwirmendê NY yê karubarê mirovî li Sûriyê û bi sedema dorpêçkirina li ser Xûta rojhilat her ji sala 2013 an ve, tekezî kir li ser pêwîstiya bi sedên sivîlan bi raguhestina pizîşkî ya bilez, û heft nesax ji ber raneguhestina wan ji Xûta rojhilat mirin, û herwiha 29 kes li ber mirinê ne, 18 ji wan zarokin.
Ji aliyek din, hin karbidestên biyavê saxlemiyê li Xûta rojhilat di civînekê de ligel desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kirin ku rewşa saxlemiyê û çareseriya bi dermanan gelekî xirab e, û pêwîstiya 200 nesaxan bi çareseriya bilez li nexweşaneyên taybetmend heye, û 450 nesax bi nexweşiya penceşêrê hene û pêwîstiya wan bi derman û çareseriyê heye, di dema ku dermanxaneyên Xûta ji dermên vala bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî