Careke din rêveberiya zindana Elaya ya bi ser partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve, rê da malbatên girtiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ku serdana wan bikin.
Malbatan demjmêr 3 esrê ji roja duşembê 30-1-2017 serdana girtiyên xwe kirin, û nêzî demjmêrekê li cem wan man, li gor Selîm Ehmed bavê rojnamevanê binçavkirî Alan Emed ji malpera mere diyar kir, û got ku rewşa girtiyan ne baş e, û xebatkar Xiyas Ismaîl êşeke dijwar di cavê wî de çêbûye, û nexweşiya Dewalî careke din lê vegeriyaye, û pêwistiya wî bi neştegiriyeke bilez heye..
Li ser rewşa zindanê Ehmed got ku girtiyan ji wan re diyar kir ku zindan pir sar e û alavên germkirinê ji hêla rêvberiya zindanê ve nayên vêxistin. Her wiha nahêlin ew kenalên tilvizyonê yên rikberiya Sûrî û yên Kurdistanî bişopînin.
Tê zanîn ku pênc girtiyên ENKS di zindana Elaya de ji 15-8-2016 de bê tewanên diyar binçavkirîn e.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê