Di 15\8\2013 kampa Basirme ji hêla desthilata herêma kurdistana Iraqê jibo penaberên sûrî hat avakirin , bi avakirina kampê re pêdiviyên jiyanê jî pêre saz kirin weke toreyên av û eliktirîkê .
Rojane 4000 litirên ava vexwarinê bi riya 7 tirimbêlên avê li ser penaberan tê belavkirin, wek ku penaberekî ji me re da xuyakirin.
di destpêkê de 200 kerevane dan penaberan û paşre çadir ji wan re hatin vegirtin , lê bi zêdebûna jimara penaberan wezareta koçberî û penaberan 400 kerevanên din dan kampê .
li gorî statîka UN jimara penaberan heta dawiya sala 2014 giha 3289 penaberî ango 782 malbat, ji bilî kesên ku ji kobanê penaber bûn bi sedema êrîşên rêxistina Da`iş , di19\11\2014de 400 penaberên kobanî gihan kampê, lê tenê 100 penaber lê bicih bûn ji ber ku piraniya wan li cem mirovên xwe li Silêmanî û hewlêrê bicih bûn
dibistana /Rojava/ li kampê 800 zarokî ji pola 1ê ta pola 9ê dide xwendin, û di 1\12\2014de rêxistina Berzanî ya xêrxwaziyê dibistanek din di kampê de vekir ku şagitan ji pola 10ê ta pola 12ê hembêz dike
ji hêla tenduristiyê ve guhdan bi penaberan heye û pêdiviyên vê xalê di hindirê kampê de peyda dibin
tê zanîn ku , Pîvana kampê zêdeyî 1000 KM2 heye û dûrî parêzgeha hewlêrê bi 50 km ye
jêder: Hevbendî- Hîwa can / Hewlêr