Hêzên kurd li Kobanê dest bi rizgarkirina gundan kirine, Peyamnêrê me ragihand ku hêzên kurdî li başûrî bajêr û piştî şerekî giran gundê Memîtê bi temamî ji destê DAIŞê derxist. bi piştgirya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî .
Her wiha hêzên kurdî li eniya şer pêşde diçin û hewldidin ku gundê Gulmit ku dikeve başûrî Kobanê bi 3ê km li ser riya Helebê rizgar bikin.
Ji aliyekî din ve balafirên hêzên Hevpeymaniyê bumbebaran kirina baregehên DAIŞê li başûr û rojhilatî Kobanê berdewam dikin.
Jêder: Hevbendî