Rewşa welatiyan li gundewarên bajarê Kobanê bi hatina demsala zivistanê û zêdebûna sir û seqemê û astengiyên ku hêzên Partiya Yekîtiya Ddemuqrat der heqê wande pêk tîne dijwartir dibe.
Mihyeddîn Ehmed ji xelkên Kobanê ye ji malpra me re ragihand ku sotemenî li cem wan tune ye û bi taybetî Mazot ku bi zehmetî tê peydakirin ” Divê her kes navê xwe li cem berpisyarên mala gel ku bi ser PYD veye qeyd bike, û dema ku mazot li kaziyan peyda bibe ewê li malan belav bikin lê ta niha jî tune ye”.
Sebaret jiyana rojane Ehmed da zanîn ku ” nirxê hemû pêdiviyan buha ye , kehrebe li tevaya gundewarên Kobanê tune ye , em motorê ilkitrîkê ji karên rojane re bikar tînin “
Derbarê astengiyên ku PYDê der heqê xelkên Kobanê pêk tîne, Ehmed tekez kir ku ger welatî nexwazin derkevin parastinê yan biryaran bicî neynin wê ji gundên xwe werin qawitandin yan jî wê bêne binçavkirin , ji welatiyên 60 salî jî daxwaza çûna ser rêbendan û şer dikin.
Jêder: Hevbendî