Nivîsgeha ragihandinê ya taxa Berzê ya Şamê, hişyarî da ko rewşa mirovî ya bi hezarên sivîlan xerab dibe ji encama ku hêzên rêjîmê hemû rêyên têne taxê girtine.
Nivîsgehê roja pêncşembê 30 adarê daxuyaniyek derxist, têde diyar kir ko dorpêça li ser taxê ji 15 rojan ve berdewam e, û hêzên Esed hemû dergehên têne taxê girtine û nahêlin sivîl her weha xwendevan û karmend jî derbas bin an ji taxê derkevin.
Ednan Eldîmeşqî endamê nivîsgeha ragihandinê ya Berzê got ku tax tije derbiderên Xûta rojhilat û taxa Qabûn in, û dibêjin ku hejmara xelkê li hindirê Berzê bêtir ji 40 hezarî çêbûye.
Eldîmeşqî destnîşan kir ku girtina rêyên Berzê bû sedema buhabûnek xuyanî di heyberên xwarinê de, û hin ji wan nemane jî, û diyar kir ko nirxê kîsê nan 850 lîreyên Sûrî ye, eger hebe, her weha kîloyek Şekir bi 1300 lîreyî ye
Rewşa jiyanê li Berzê pir xerab e, di heman dema pêkanîna operasiyonên ewlekariyê li ser taxên niştecihan, û rojên dawî yên derbasbûyî hin sivîl birîndar bûne ji encama guleyên dûravêja Hawinê û segmanan tax amanc kirine, li gora ko Eldîmeşqî gotiye.
Her weha pêşketina hêzên rêjîmê û yên milîtanên Îranê li tewera Besatîn Berzê hişt ko şer nêzîkî qiraxên taxê çêbibe, her weha alayên taxê berevaniyê dikin û li himber êrîşan derdikevin.
Şer û bombebarana rojane li kolana Elhafiz û rêya Eltewîle û derdorê “Elwesail Eltalîmiye” û Besatîn Berzê li derdora taxê bi tundî dibe, û milîtanên bi ser hêzên Beşar ve û hêzên Rûsî li gor çalakvan dibêjin têde beşdar in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Ineb Beledî