Rêxistina ARS di 17 û 19 vê heyvê de pêdiviyên xwendinê li xwendekarên dibistana Kobanê û Cezîrê yên penaberên Sûriyê belav kirin.
Rêxistinê berî niha civatek bi rêveberên çar dibistanên erebî li parêzgeha Hewlêrê jibo naskirina pêdiviyên xwendekaran lidar xist.
mamoste Hejar Sado yê ku roleke wî ya mezin di avakirina dibistana Cezîrê de hebû, û nûnerê rêvebiriya dibistanê di civatê de bû ji malpera me re daxwazên ku ji rêxistinê xwestin diyar kirin :”me daxwaza dabînkirina pêdiviyên xwendina babetên zanistî ji bo waneyên fîzya û kîmyayê û piştgiriya xwendevanan bi pêdiviyên dibistanê û dabîkirina otomobîlên birin û anîna xwendekaran kir”
ji hêla xwe ve mamoste Hejar tekez kir ku alîkarî gihşte 1245 xwendkarî û da zanîn ku ev alîkarî ji desthilata Qeterî bû bi riya rêxistina ARS. Jêder: Hevbendî – Hîwa can / Hewlêr