Razgiriya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd, di dawiya civînên xwe yên ku rojên 23- 24 Sibatê li bajarê Qamişlo berdewam kirin, biryar da ku nameyekê ji Hevbendiya Niştimanî Sûrî re bişîne,û jê bixwaze ku xalekê bo derbaskirina pirsgirêka Kurdî Li Sûryayê bixe belgeya piransîbên serastkirina aştiyane ya Sûryayê li gor lihevkirina di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd û Hevbendiya Niştimanî Sûrî di meha Tebaxa 2013an de.
Herweha biryar da ku nameyeke dî ji Tevgera Civaka Dimuqrat (Tev – Dem) re derbarê paşxistina hilbijartinên Encumenên şarederiyan bişîne ta du heyvên dî ,ji bo dana demekê ji aktîvkirina lêvegera Siyasî re.
Cigirê Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd” Ni`met Dawod” di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ku ev biryar û herweha selimandina navên nûnerên Encumen di Komîta Leşkerî û Komîta Dûbarkirina Nivîsandina”Soznameya Civakî ” a Rêveberiya Xweserî ku her du komît ji hêla Lêvegera Siyasî ve hatine encamdan, û destnîşankirina dawiya heyva Avdarê bo lidarxistina civînekê bo razgiriya giştî ji bo rêkûpêkirina karê lidarxistina kongirê sêyem ê Encumenê ku biryara lidarxistina wî di meha Nîsana bê de hatiye stendin.
Dawod berdewam kir ku civînê rewşa Kobanî û Girê Spî gotubêj kir, û biryara pêkanîna komîtekê bo şopandina karubarên şehîd û girtiyên kurd di şoreşê de hat dan, û di nameyekê de vejandina helkeftên meha Avdarê ji Encumenên Xwecihî hat xwestin .
Hêja ye gotinê ku navên nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd di herdu komîtên Lêvegera Siaysî de, ya Leşkerî û ya Rêvebirinê de ev in:
– Komîta Leşkerî : Ebdisemed Xelef Biro – Ismaîl Hemê – Beşar Emîn – Mihemed şiwêş.
– Komîta Rêvebir: Tahir Sifûk – Ni`met Dawod – Mihsin Tahir – Fêsel Yûsif. Jêder: Hevbendî