Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî roja yekşemê, di raporteke xwe de, mirina 91 karmendên warê pizişkî û karmendên parastina sivîl, ligel 198 bûyerên êrîşên li dijî saziyên wan li Sûriyê di sala 2018 de belge kirin.
Torê got, ku wê kuştina 53 karmendên tenduristiyê û 37 karkerên parastina sivîl û karmendekî Rêxistina Heyva Sor, di sala borî de belge kirin, û diyar kir ku piraniya wan ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên ser bi wê ve hatine kuştin.
Herwiha diyar kir ku 33 karmendên tenduristiyê bi destê hêzên rejîmê û çekdarên Îrana terorîst hatin kuştin, û pênc ji wan li ser destê hêzên Rûsyayê hatine kuştin, û kuştina 8 karmendên din bi destê aliyê nediyar ku ji aliyê torê nehatine naskirin, û hevdem ligel kuştina 4 karmendên pizîşkî ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navnetewî, û kuştina du karmendan bi destê çeteyên DAIŞ, û kuştina karmendekî li ser destê “milîsên PYD”.
Torê xuya kir, ku 20 karmendên parastina sivîl bi destê hêzên rejîma Esed û mîlîsên wê hatine kuştin, û 8 karmend ji aliyê hêzên Rûsiya hatine kuştin, û 8 karmendên din bi destê aliyên nediyar di raportê de hatine, û kuştina karmendekî bi destê milîsên “PYD”.
Tora Sûrî di raporta xwe de diyar kiriye ku ji aliyê hêzên Esed û hevalbendên wê ve, êrîş li ser 60 navend û saziyên bijîşkî û 3 ambûlansan û 37 navendên parastina sivîl û 5 navendên Heyva Sor hatine pêkanîn.
Tora navhatî di raporta xwe de,105 êrîşên li ser navendên mirovahî ji aliyê hêzên rejîmê û 56 êrîş li ser destê hêzên Rûsiya, û 30 êrîş ji aliyê aliyên nediyar, û 5 bûyerên li ser destê hêzên hevpeyman belge kirine.
Torê piştrast kiriye ku êrîşên di raportê de hatine belgekirin, bi binpêkirineke aşkere ji yasa mirovî ya naskirî re tê dîtin, herwiha biryarên Konseya Ewlekarîyê ya 2139 û 2254 binpê dikin, ku rawestandina êrîşên bêserûber di tekestên herdu biryaran de hatine, û biryara 2286 ya ji bo rawestandina binpêkirin û zêdegaviyan li dijî karmendên pizîşkî û dezgehên tenduristîyê binpê dike, û herweha li dijî nexweşxane û dezgehên din yên tenduristiyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê