Zêdetir ji 26 rêxistin û komeleyên Sûrî û însiyatîfên sivîl yên nemîrî, duhî roja çarşemê di daxuyaniyeke hevbeş de, bang li dewlet û hêzên aştîxwaz mafperwer kir ji bo ragihandina helwestên fermî li ser redkirina hemû awayên dagîrkirin û destdanîna li ser xaka Sûriyê li Colana dagirkirî.
Rêxistinan di daxuyaniya xwe de, daxwaz ji hemû hêzên aştîxwaz kir ji bo dijberiya hemû cureyên normalkirina derencamên şeran li ser Sûriyê û herêmê bikin, û daxwaza standinda tedbîrên praktîk kir ji bo mafên welatiyên Sûriyê ji bo xweragirî û parastina mafên xwe, bi taybetî jî vegera xelkê koçberên Colanê yên ji sala 1967 ve bo cih û warên xwe yê resen piştrast bike, nemaze ku ev yek dibe beşka bingehîn ji çareseriyê û riya dabînkirina aştiyeke rast li Sûriyê û Rojhilata Navîn.
Li gorî daxuyaniya rêxistinan, danpêdana Washington bi serwerîya Îsraîlê ya bi temamî li ser Colana Sûrî ya dagîrkirî, bi tevayî berovajî biryarên Konseya Ewlekarîyê yên 242 û 497 ne, û metirsîyek cidî ye li ser bilindkirina binpêkirinên sîstematîk ji mafê mirovan re, û yasakirina binpêkirinên li dijî yasa navnetewî ya giştî û xelatkirina êrîşkariyên leşkerî bi awayekî eşkere ye.
Di daxuyaniyê de hat: Tevî ku biryara Amerîka nikare rewşa yasayî ya dibêje ku Colan qadeke di bin dagîriya Îsraîlê de ye biguherîne jî, lê ev gava Washington rasterast dibe gef li ser paşeroja aştiyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn û tevaya herêmê.
Rêxistinan nîgeraniya xwe da zanîn li hermber tiştên îro derbas dibin, û got ku ew dê bibin gef li ser her paşerojeke ewle û bi aştî û mafên mirovan li herêmê, û bicîhkirina çanda bêcezamanê, eger helwesteke navnetewî ya yekgirtî û qayîm eşkere nebe.
Daxuyaniyê bal kişand ku nebûna hikûmeta rewa ku nûnertiya hemû welatiyên Sûriyê bike û mafên wan yên bingehîn biparêze, çênabe bibe çarçove ji bo gavên guhertina rûyê welat û milet, ku wê bibe fakter ji bo zêdebûna tundî û tolhildanê û bêcezakirinê.
Û rêxistinan bi rêya daxuyaniya xwe hêviya xwe nîşan da ji bo pabendbûna civaka navnetewî bi parastina mafên xelkê Sûriyê li ser xaka wan ya resen, û redkirina hemû awayên normalkirina encamên êrîşên leşkerî û peydakirina navbervaniyeke navnetewî ya bêalî û zelal ya aştiyê li Sûriya û herêmê pêk bîne.
Herwiha Yekîtiya Parlamantoya Navnetewî li dehê meha borî, biryara Serokê Amerîkayê “Donald Trump” ya li ser danpêdana Washington bi serweriya Îsraîlê li ser Colana Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de bi pejirandina 140 endemên komeleya giştî ya parlamantoya Navnetewî, li paytexta Qeterê Doha “destdanîna desthilatiya her aliyekî li ser xaka aliyên din bi kiryarên dijiminane û şer erê kiribûn” şermezar kiribû.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da zanîn ku hewldanên Serokê Amerîka Donald Trump dikevin di çarçoveya yasayîkirina dagîrkariya Îsraîlê li ser xaka Colana Sûriyê, ku “yasa navnetewî binpê dike û yasa daristanê berqerar dike”.
Tê zanîn ku ev daxuyanî ji aliyê “Navenda Belgekirina Binpêkirinan, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, kombenda Sûrî ya Mafên Mirovan, Lobiya Jinên Sûriyê, Navenda Sûrî ji bo Amar u Lêkolînan, kombenda Malbatên Qeyser, Ligel Dadweriyê, Rêxistina kewakibî ya Mafên Mirovan” û hin rêxistinên din, hatiye imzekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî