Ji aliyê 44 rêxistin û komên qurbaniyan û malbatên wan, peyamek ji bo Dozgeriya Giştî ya Dadgeha Tawanên Navnetewî hat pêşkêşkirin, têde piştgiriya xwe anîn ziman ji yadeştnameya li ser navê navanda “Guernica” ya dadweriya navnetewî li ser vekirina lêpirsînê derbarê tawanên şerê li dijî sivîlên Sûriyê li ser destê rejîma Esad.
Û Navenda Guernica ya Navnetewî, yadeştnameyek ji Dadgeha Tawanên Navnetewî re pêşkêş kiribû, û daxwaza sizadana rejîma Esed li ser kiryarên koçberkirina bi darê zorê ya derheqê zêdetir ji mîlyon kesên ber bi Urdunê de reviyan kiribû.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, deqa nameyê li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, û rêxistinan têde diyar kir ku “gelek xelkê Sûriyê di heşt salên dawî de jiyana xwe jidest dane, ji ber kiryarên îşkencekirin û kuştin û koçberkirina bi darê zorê, û jiyan û ewlehiya wan hatiye armanckirin”, û got ku “ev hemû çêbûn û hîn jî dibin, di dema nebûna qanûnê û rizgarbûna sûcdaran ji sizakirnê “.
Kesên li ser nameyê imza kiribûn tekez kirine ku tevlîkirina Dadgeha Tewanên Navdewletî ji tewanên hovane li dijî sivîlan re di nav ecindeya dadweriyê de; bi gaveke girîng ber bi dadperweriyê dîtine, û divê Dadgeha Tawanên Navnetewî bi lêkolînkirina van tawanan rabe, û vî karî bi cih bîne.
Rêxistinan di peyama xwe ya hevbeş de, amadebûna xwe ji bo parvekirina belgeyên xwe ji bo pêkanîna dadweriyê diyar kirin, û hêviya xwe nîşan dan ku ev gav bibe “hêviyek” ji bo bihîstina nûçeyên erênî di demek nêzîk de.
Navenda “Guernica” ya dada navnetewî, di yadeştnameya xwe de palê dide ser yadeştnameya Bangladesh ya derbarê tawanên li dijî kêmnetewên Rohingya ên Misilman li Myanmar hatiye pêşkêşkirin, û Navendê bal kişandiye ku ew dikare bi lêpirsîneke dadwerî li Oman rabe, ji ber ku ew beşek ji sîstema Roma ya sereke ye.
Û Navendê bal kişand ku “yadeştname li dijî serokatiya rejîmê, hêzên wî yên çekdar, Ewlekariyê Dewletê, û şaxên îstîxbarata leşkerî” hatiye pêşkêşkirin, û daxwaz kiriye ku berpirsiyarî dawiyê bikeve stûyê serokê rejîmê Beşar Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê