Êrîşên leşkerî yên berfereh ji aliyê firokên şer yên Rijêmê li ser navçeyên cuda cuda yên rêkeftina kêmkirina tundutîjiyê hatin pêkanîn, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev yek bi “berdewamiya pêkanîna tawanên şer dît, û dikeve di çarçovê çareseriya leşkerî ya xwîndarî de”.
Û hin dezgehên ragihandinê yên xwecihî li ser zarê hin çalakvanan belav kirin ku Idlib û Hema û Himus û Der’a rastî êrîşan hatin, û diyar kirin ku piraniya bajar û bajarokên gundewarê bakurê Himusê hatin bombebarankirin.
Û gundewarê Himusê bi zêdetir ji 60 êrîşên esmanî ji aliyê firokên şer yên Rijêmê li beyaniya îro hatin bombebarankirin, û “Resten” û “Elze’hferaniyê” û “I’zedîn” û “Dêrfol” bi zêdetir ji 50 bermîlên teqîner hatin bombebarankirin.
Û tîma bergiriya sivîl bombebarankirina bajarê “Restin” bi “hêstîrî” binav kir, û diyar kir ku bajar li êvara duhî û di mawê demjimêrekê de rastî bombebarana bi zêdetir ji dused mûşekan hat.
Û çalakvanan got ku gundê “Mi’rzêta” û derdora gundê “Tilti’hê” li başûrê Der’a rastî êrîşên esmanî hatin, hevdem ku herdu bajarokên “Elhebît” û “Eltima’nê” û derdora gundê “Eltih” ji aliyê topxaneya Rijêmê hatin topbarankirin.
Herwiha herdu bajarên “Elletaminê” û “keferzêta” û gundên “Elzikat” û “Hisraya” û “Eler’beyîn” li bakurê Hema rastî êrîşên topxaneya hêzên Esed hatin, di heman dema ku navçeya “Wadî Hismên” û gundê “Elzekat” û “Mi’rekbê” bi bombeyên fisforî hatin bombebarankirin.
Çalakvanan bal kişand ku taxên rizgarkirî li bajarê Der’a û riyai “Zerz” li gundewarê rojhilat rastî topbarandinê hatin, û têde hejmarek birîndar ketin û hin avahî hatin wêrankirin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku aktîvkirina dadgeha tawanên navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer, û dibîne ku ev yek wê bibe fakterekî erênî ji bo serxistina çareseriya siyasî ya li ser binyatê daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, ku ev yek wê seqamgeriyê peyda bike û penaber û koçberan li welat vegerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî