Bergiriya sivîl ya Sûrî got ku bi dehên sivîlan li bajarê Dûma li Xûta rojhilat li beyaniya îro ji bihna gaza kilorê bi sedema bombebarankirina navçeyê ji aliyê hêzên Rijêmê ve bi mûşekên gaza kilorê bînçikandî bûn.
Çalakvanên navçeyê gotin ku tîmên bergirya sivîl yekser bi hawara birîndaran ve çûn û ew gihandin navendên saxlemiyê.
Bergiriya sivîl tekez kir ku xwepexşek wê di dema êrîşa hêzên Rijêmê li ser tîmeke wê çaxa bi erkê xwe yê raguhestina birîndaran ji devera armanckirî radibûn birîndar bû.
Û hin pisporan diyar kiribûn ku zanyariyên nû hene li ser hebûna pêwendiyekê di navbera çekên kêmyayî yê li Sûriyê hatiye bikaranîn û bûye sedema kuştina bi hezarên sivîlan û cebilxaneya kêmyayî ya rijêma Esed.
Hevdem ku hin diblomatkar û zanyaran ji ajansa “Reuters” re gotibûn ku bo cara yekê ye û bi rêka hin taqîkirinên li laborîtoran pêwendiyek diyar heye di navbera yedekê çekê kêmyayî yê rijêma Esed û mezintirîn êrîşa gaza damaran “sarîn” li Sûriyê.
Herwiha ji aliyê Firensa û 30 dewletên din, destpêşxeriyek hat ragihandin bi rêka lidarxistina kongirekî li Parîsê ji bo dadpirsîna berpirsên bikaranîna çekên kêmyayî û dadgehkirina wan.
Hevbendiya Niştimanî cext kiribû ku Rijêm û hevalbendên xwe “reftarên xwe yên tawankarî naguherînin, û wê berdewam bimînin di binpêkirina biryarên navdewletî û pêkanîna tawanên şer û dijemirov de, heger kesek tunebe wan siza bike”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat