Parêzgeha Der’ayê şevêdî rastî zêdegaviyeke leşkerî ya metirsîdar hat, piştî êrîşên esmanî yên firokên rijêmê û Rûsiya û êrîşên bejayî yên hêzên Esed û milîsên terorîstî yên Îranê, ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehên sivîlan, û koçberkirina hejmareke mezin ji xêzanên navçeyê ber bi çol û biyabanan de.
Duhî roja duşemê şehîdbûna 8 sivîlan, û birîndarbûna 10 sivîlên din, bi sedemê êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya li ser taxên nişteciyên bajar û bajarokên gundewarê rojhilatê Der’ayê, ji aliyê çalakvanan ve hat dokumentkirin.
Bombeyên pir bihêz ji aliyê firokên Rûsiya ve hatin bikaranîn, û çalakvanan bal kişand ku çekên qedexekirî li dijî taxên sivîlan li herdu rojên borî hatine bikaranîn.
Ofîsa dokumentkirin navên şehîdan li bajarê Der’a got ku 34 sivîl ji destpêka oparesyonên leşkerî yên ji 19’ê cehzeranê ve hatine kuştin, û ji 6 rojan ve bi sedên malbatan bi sedema bombebarana hêzên Esed û milîsên terorîst yên Îranê ji Der’ayê bar kirin.
Ku taxên Der’a li herdu rojên borî bi zêdetir ji 8 mûşekên fîl hatin bombebarankirin, û bûne sedema wêrankirina gelek mal û xaniyan.
Dezgehên ragihandinê yên xwecihî diyar kirin ku hêzên Esed bi hewla neçarkirina xelkê li ser xwe teslîmkirin û qebûlkirina koçberiya neçarî, berdewam in di daxistina rê û rêbendên parêzgeha Der’a.
Hêjayê gotinê ye ku encûmenên xwecihî li bajarokên “Elicat” û “Elherak” û “Elmilha Elşerqiyê” tekez kirin ku navçeyên wan niha wêrankirî ne, û cext kirin ku jêrxana bingehîn bi carekî hatiye têkbirin bi sedema”oparesyona hovane û bombebarana berberî” ji aliyê hêzên Esed û milîsên hevalbendên wê, û hişyarî li ser bobilateke mirovî ya nû li Sûriyê dabûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî