Brîtaniya, rijêma Esed bi berdewamiya berhemhênana çekên kêmyayî bi awayekî nehînî tevlî hişyardariyên navdewletî yên berdewam gunehbar kir, û Fransa jî ji aliyê xwe ve, gefên pêkanîna êrîşên leşkerî yên din li dijî rijêma Esed xwarin, dema ew careke din çekên qedexekirî bikar bîne.
Duhî, ji berî çend demijimêran ji lidarxistina civîneke girtî ya heyvane ya konseya Ewlekariyê ya ji bo gengeşekirina fayilê bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, Balyozê Brîtanyayê li NY, Jonathan Allen di daxuyaniyên rojnamevanî de bal kişand ku rijêma Esed heta niha çi zanyariyên tekûz derbarê çalakiyên xwe yên kîmyayî pêşkêş nekirine, û bal kişand ku Rijêm hercar bi tenê “Bihaneyên bêjimar pêşkêş dike”.
Herwiha balyozê Brîtaniya goman xist li ser gotgotên Rijêmê û Rûsiya, û got: “Heger rast e wan çekên kîmyayî bi kar neanîne, û Rûsiya rastgo be dema dibêje ku ew karên weha nakin, ji bo çi heta niha formên serekî yên (pêwîst bo tevlîbûna li nav rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî (OPCW) temam nekirine, û heta niha bersiva wan pirsên paşî jê hatin kirin nedaye?”.
Û tekez kir ku “nepêkanîna vê yekê gomanan li rex me hemûyan çêdike, ku sedemên nexwestina wan ji temamkirina formê û bersivdana pirsên (OPCW) hene, û ew jî berdewamiya wan li ser pirogramê nehînî yê çêkirina çekên kîmyayî ye”.
Hêjayî gotinê ye ku karê mîkanîzma hevbeş ya dadpirsînê ya OPCW û NY li heyva çiriya paşî ya borî, ji encamê bikaranîna sê caran ji”Veto” re ji aliyê Rûsiya bi dawî bû, û dewletên endamên konseya ewlekariyê negiheştin rêkeftnekê derbarê dirustkirina mîkanîzmeke lêpirsînê ya nû.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Parastina Fransa Florence Barley, encamdana êrîşên leşkerî ji aliyê Fransa li ser serbazgehên Rijêmê bi dûr nexist, eger Rijêm rabe bi bikaranîna çekên kêmyayî, û Barley di daxutaniyekê de ji bo êzgiha “RTL” cext kir li ser ku “nabe çekên kêmyayî bêne bikaranîn, û divê şerê wê bibe”, û got: ” Heger careke din ev yek bibe, em ê careke din biryaran bi pêkanîna êrîşên nû bidin “.
Herwiha tora “CNN” ya Amerîkî aşkere kiribû ku gelek piştgiriya leşkerî ya nezelal ji aliyê Îranê ji rijêma Esed re bi rêka esmanî hatiye pêşkêşkirin, û tekez kir ku pêşkêşkirin heta piştî pêkanîna êrîşên li dijî serbazgehên Rijêmê û milîsên terorîst yên Îranê berdewam ma.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza aktivkirina dadgeha tawanên navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer kiribû, nemaze piştî eşkeserbûna bi hezarên belge û dikomîntan li ser pêkanîna tawanên şer yên berfereh li Sûriyê, ku bi piranî ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê hatine pêkanîn.
Û Hevbendiyê bal kişandiye ku sercem lêkolîn tekez dikin ku hêjî Rijêm berdewam e li ser kirîn û anîna keresteyên pêwîst yên berhemhênana çekên kîmyayî, û daxwaza besiveke tund li ser sercem kiryarên terorîstî yên Rijêmê kiriye û netenê yên girêdayî bi bizavên wê yên çêkirina çekên kêmyayî ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî