Bajarokê “kefersicinê” yê li gundewarê Idlibê ji aliyê hêzên rijêma Esed hat bombebarankirin û têde xwendingehek bi carekî hat wêrankirin û takenavenda wê ya saxlemiyê jî rastî bombebaranê hat û ji bazinê pêşkêşkirina xizmetgozariyê derket, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku ev yek tê di çarçova berdewamiya Rijêmê di rêbaza pêkanîna tawanên şer û wêrankirina jêrxana bingehîn de.
Û duhî zêdetir ji şeş mînên deryayî yên teqîn-mezin ji aliyê hilîkopterên rijêma Esed bi ser gundewarê başûrê Idlibê de hatin avêtin, û çalakvanan got ku xwendingeha keçan ya bajarokê “kefersicnê” û tevlî takexala wê ya pizîşkî hatin wêrankirin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza parastina sivîlên Idlibê ji civaka navdewletî kiribû, û hişyarî ji çêbûna bobilateke mirovî bi sedemê zêdebûna nişteciyên bajarê Idlibê dabû, piştî kiryarên koçberkirina neçarî yên berfereh li hin navçeyên Sûriyê ji aliyê rijêma Esed.
Çalakvanan bal kişand li ser tirsa xelkê Idlibê ji dubarebûna bombebarana li ser navçeyên nişteciyan û yên zindî, nemaze ku Rijêm vê rêbaza leşkerî dişopîne ji bo valkirina navçeyê û neçarkirina xelkê li ser xwe radestkirinê.
Endamên tora nûçeyên Idlibê tekez kirin ku dîtir cihên ku têra pêşwazîkirina nesax û birîndaran bikin nînin, û bal kişandin ku hîç xalên pizîşkî li hin bajarokan bi carekî peyda nabin, hevdem ku hêjî pêlên koçber ji piraniya navçeyên Xûta rojhilat û gundewarê Şamê ber bi Idlibê ve tên.
Ji aliyê xwe ve, cîgira sikirtêrê giştî yê NY ya karubarên mirovî û cîgira rêxerê alîkartiyên awarte, Ursula Muller, di gotarekê de got: ku “li Idlibê hêjî rewşa bobilat heye, û niha nêzîkî 400 hezar kesên koçber her ji nîva heyva çileyê pêşî ve hene, û tevlî bi dehhezaran ji koçberên Xûta rojhilat û Qelemon lê dijîn”, û diyar kir ku niha “çi cih û penageh ji piraniya koçberên nû re nînin”.
Hêjayê gotinê ye ku tora sûrî ya mafên mirov di raporta xwe ya heyva reşmeha îsal de gotibû ku ji 20 navend ji aliyê hêzên Rûsiya hatibûn bombebarankirin, ji wan 8 navendên saxlemiyê û 5 ambulans û 7 navendên bergiriya sivîl, hevdem ku 16 navend ji aliyê rijêma Esed hatibûn bombebarankirin, ji wan 8 navendên saxlemiyê û 2 ambulans û 6 navendên bergiriya sivîl.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî