Duh pêncşembê, bi sedema operasiyonên leşkerî yên rêjîmê û û Rûsya li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlib bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Çalakvanan ji gundewarê Idlib duh şehîdbûna 20 sivîlan û bi dehan birîndar belgeh kirine, firokên cengî yên Rûsya û hilîkopterên rêjîma Esed gund û bajarokên Elmişêrfê û Elserman û bajarokê Eltema’ne û zeviyên derdora wan û bajarokê Sehyan û gundê Tehtaya û gundê Um Celal li gundewarê Idlib bombebaran kirine.
Çalakvanan gotin ko bombebarana Rûsî bêtir ji 29 bajar û bajarokên gundewarê Idlib bombebaran kirine, di heman çaxî de jî hilîkopterên rêjîma Esed taxên niştecihan li wan bajarokan amanc kirine. Çalakvanan diyar kirin ko hêzên rêjîma Esed di heman çaxî de bi mûşekên arastekirî gund û bajarokên herêma Cisir Elşixûr li gundewarê Idilb amanc kirine.
Çalakvanan bêtir gotin ko bi dehan mal ji herêmên bin bombebaranê ber bi herêmên bêtir hêmin û aram li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê derbider bûne, û diyar kirin ko tevgera derbideriyê ji roja pêşî ve ji operasiyona leşkerî ya Rûsya û rêjîmê berdewame.
Gundewarê Idlib ji pênc rojan ve ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya berfireh ji hêla Rûsya û rêjîma Esed, ko firokên cengê yên Rûsya û hilîkopterên rêjîmê bajar û bajarokên gundewarê Idlib bi dehên êrîşan bi bermîlên teqîner bi rojan e amanc dikin, di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketine û birîndar bûne û bi sedan malbat derbider bûne.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko helwesteke tund ji vê operasiyonê bistîne, û dibîne ko ev metirsiyeke li ser operasiyona siyasî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî