Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dît ku hatina navê yarîzanê basketballê yê tîma Sûriyê, “Samih Sirûr”, di nav lîsteyên qurbaniyên bi destê rijêmê de, yên navên wan li ser nifûsên bajaran hatine belavkirin, nîşana wê yekê ye ku rejîma Esed kesekî ji zordariyê xwe bêpar nake, û xelkê Sûriyê bi tenê wek jimarekê dibîne.
Sirûr di meha pêncê ya 2012’an de, li Balafirxaneya Şamê hatibû girtin, dema ligel tîma xwe ya hevrik ji Helebê vedigere, ligel yaneya Elcela di çarçova qehremaniya cama yaneyên Sûriyê de.
Sirûr rastî gelek îşkeneyê hat li ser destê navendên ewlekariyê li parêzgehên Der’a û Şamê, li gor şahidhaliya yek ji kesên binçavkirî yê hatî serbestberdan, ku piştre bû sedema şikestina milê wî û birîndarbûna rûyê wî.
Hevbendiya Niştimanî dît ku hatina navê yarîzan Sirûr, piştrast dike ku hîç cudahiyek li rex rejîma Esed di nav xelkê Sûriyê de nîne, û dibe her kesê li ser xaka Sûriyê rastî kuştinê bibe, di bin îşkenceyê de li yek ji navendên ewlekariyê yan li girîtîgehên rijêmê.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ji berî niha mirina 253 werzîşkarî bi destê rijêmê û milîsên wê di dema binçavkirinê de bi belge kiribû , di nav wan de Cîhad Kasab yarîzanê yaneya El-kerama ya himusê, û Zakaria Youssef yarîzanê tîma Itîhad ya footballa Halabi, û Ayad Qwaider yarîzanê tîma Alwehde ya Şamê, dema li şaxê 215-ê de bû bi îşkenceyê şehîd bû, û ji hêla efserê cudabyî “Qeyser” wêneyê wî jî hatibû belavkirin.
Tora navhatî dibêje ku hêjî bi sedan werzişvanên Sûriyê di girtîgehên Esed de hene, bê ku kes tiştekî li ser çarenivîsa wan bizane, ji wan Tariq Abdul Haq, yarîzanê yaneya Tişrîn ya Footballê, û Amer Haji Hashim, Ahmad Elayiq yarîzanê yaneya El-kerama, û Beşîr Abbas yarîzanê yaneya El-şihla ya basketballê.
Di rojên dawî de, rêjîma Esed dest bi belavkirina lîsteyên girtiyên mirî li ser navendên nifûsê yên hemû parêzgehan kir, navên bi hezaran qurbaniyên di bin îşkenceyê de, piştî salan ji girtina di girtîgehan de têde hebûn, Hevbendiya Niştîmanî tekezî li ser pêwîstiya vekirina lêpirsînê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û dadgehkirina hemû sûcdarên wan tawanan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê