Di dûmahiya serdana xwe ya Ferensayê de, Şanda Encumana Niştimanî Ya Kurd îro pêncşembê 18 sibatê, hevdîtinek bi Boron Lîroks re, serokê firaksyona Partiya Sosyalîst ya desthilat û endamê Encumana Leşkerî di berleman de li avahiya berlemanê Ferensî pêk anî, û herdû aliyan tekezî li ser berdewamiya têkiliyan di nav ENKS û Partiya Sosyalîst de kirin, û ji şandeyê xwest ku hazirî bên kirin ji hevdîtinekê re bi Komîteya Peywendiyên Derve Û Yên Leşkerî di berleman de re, û dema hevdîtinê wê di demeke pêş de bê destnîşankirin.
Her weha hevdîtinek bi Dêvid Kawdil re berpirsê siyasî yê balyozxaneya Amerîkî li Parîsê , li avahiya balyozxaneyê hat kirin, û di van hevdîtinan de hemî pêşketinên Sûriyê û bi teybetî rewşa Kurdî hatin gotûbêjkirin.
Û şandeyê roja çarşembê 17 sibatê hevdîtin kirbû bi Sîrko Kornado û Noyîl Mamîx re, nûnerên firakisyona Partiya Kesk ya hevpar di desthilatê de di berlemanê Ferensî de.
Êvara heman rojê Birahîm Biro Serokê Encumana Niştimanî Ya kurd, sîmînarek li Instutuya Kurdî Ya Parîsê da, hejmarek ji rewşenbîr û çalakvananan her weha nûnerê Hikûmeta herêma kurdistanê li Ferensayê û nûnerên partiyên kurdistanî lê amade bûn.
û biryar heye ku şanda Encumana Niştimanî Ya kurd sibe berê xwe bide Viyêna paytexta Nemsayê.
Jêder: Hevbendî