Îro pêncşemê (7’ê êlûnê), li Mosko, şanda Encûmena Niştimanî ya kurdî ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya Mîxayîl Bogdanof bi amadebûna rêveberê peymangeha rojhilatnas berêz Vîtalî Nomgîn civiya.
Û şanda ENKSê ji berêzan Îbrahîm Biro serokê encûmenê û Dr. Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno endamên nivîsîngeha têkiliyên derve ya Encûmenê û Fûad Elîko endamê şanda danustandinkar pêk hatibû.
Di hevdîtinê de ya zêdetir ji demjimêr û nîvekî berdewam kir, kirîza Sûriyê û mîkanizmên çareserkirina wê bi awayekî aştiyane nemaze piştî diyarbûna bizavên destpêka bidawîkirina şer ku dibe bibe fakter bo delîve vebin li pêş encamdana danustandinên rijd li ser binyata biryara 2254 ya encûmena ewlehiyê û biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi dîtina çareseriya siyasî ku têde ewlehî li Sûriyê berqirar bibe û hemwelatî bi rûmet û azadî û mafên xwe şad bibin gengeşe kirin.
Herdu aliyan di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya ku piroseya siyasî rastiya firenetewî û fireolî ya li Sûriyê li berçav bigire kirin, û divê xelkê Sûriyê sîstemek siyasî bo xwe helbijêrin têde mafên azadiyê û yeksaniyê bo hemû pêkhayeyan misoger bibe.
Şanda encûmenê nêrîna xwe derbarê paşeroja Sûriyê diyar kir ku divê federalî be û bikaribe tevna civakî li Sûriyê li ser bingehên saxlem dûr ji zilm û bêpariyê ava bike.
Herdu aliyan boçûnên derbarê bizavên dibin ji bo yekirina opozisyona Sûriyê û platformên wê bi rêka kongirê Riyad û giringiya beşdariya gelê kurd bi awayekî karatir di kongir de diyar kirin.
Û ew hevdîtin bi seqayekî erênî û bi liyekgihiştin li ser doseyên girêdayî bi karubarê Sûriyê bi awayekî giştî û karubarê kurdî bi awayekî taybet derbas bû.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê